Serokwezîrê Iraqê: Di xalên budceyê yên hatine guhertin de dê pêdeçûn bê kirin

12-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Budceya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku ew, yasaya budceyê ya ku di palamentoyê de hatiye qebûlkirin li gorî pêwîstiyên sereke yê welatiyan li ber çavan digrin û Hikumet dê li ser bendên qanûnê yên ku di bûdceyê de hatine guhertin û pesendkirin pêdaçûnê bike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji ber pesendkirina proje yasaya budceyê pîrozbahî li gel, serokkomar û Parlamentoya Iraqê kir.

Sûdanî destnîşan kir ku budçeya ku di 13ê Adarê de ji aliyê kabîneyê ve hatibû pejirandin, pêşaniyên pêwîstiyên bingehîn ên kes, malbat û hemwelatiyên li welêt li ber çavan digre û got “Hikûmet hewl dide ku di projeyên binesaziya aborî, xizmetguzarî û nûavakirinê de tiştên ku jê tê hêvîkirin bi cih bîne.”

Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yel kir ku hikûmeta wî bi pêşkêşkirina bûdceyeke sê-salî piştgiriya vîzyona reformê kiriye û got “Ev vîzyon tekezî li ser kêmkirina lêçûnên xebitandinê, pêşxistina dahatên neftê û piştgirîkirina sektora taybet dike.”

Herwiha Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku dê hikûmet pêdaçûnê li ser madeyên ku di budceyê de hatine guhertin bike û ew ê lêkolîn bikin ka ev made heta çi radeyê bi bername û armancên Desteya Wezîran ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pejirandin re hevaheng in.

Parlamentoya Iraqê bûdceya 3 salan pesend kir

Parlamentoya Iraqê piştî gotûbêjên 5 rojan, yasaya bûdceyê ya nêzîkî 153 milyar dolarî pesend kir. Di bûdceyê de pişka Herêma Kurdistanê wek ji sedî 12.67 hate diyarkirin.

Hikûmeta Iraqê di 13ê Adarê de bûdceya sala 2023, 2024 û 2025ê amade kir û ji parlamentoyê re şandibû.

Di bûdceya bi qasî 153 milyar dolarî de, tê pêşbînîkirin ku kêmasiyek derdora 48 milyar dolarî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst