Sedr daxwaz dike Heşda Şeibî ji 'kesên xirab' bê paqijkirin

12-06-2022
RÛDAW
Nîşan Tevgera Sedr Muqteda Sedr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di salvegera damezrandina Heşda Şeibî de daxwaz kir ku “milîs û fermandarên xirab” ji Heşda Şeibî bên paqijkirin. Sedr herwiha desthilata Iraqê ya dema dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve bi tundî rexne kir.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir îro Yekşemê îro bi boneya salvegera damezirandina Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku Heşda Şeibî ji siyaset, bazirganî û nakokiyên siyasî bê dûrxistin.

Muqteda Sedir ragihand, “Ji vir û pê ve ji bo her kesî pêwîst e Heşd bê birêxistinkirin, serkirdeyên wê pabendî biryarên navendê bin, ew ji komên çekdar bên cudakirin û kesên xirap jê bên derxistin.”

Sedir herwiha got, “ji bo parastina xwîna paqij a şehîdan”, divê ew kesên xirab ji nav rêxistinên Heşeda Şeibê bên derxistin.

Sedr bal kişand ser xerabiyên ku li ser navê Heşdî Şeibî tên kirin û got: “Ez cîhad û kiryarên xerab ên ku hin endamên wê yên di bin navê Heşda Şeibî de li ser navê wan kirine şermezar dikim. Û ez vana qebûl nakim.”

Heşda Şeibî di Hezîrana 2014an de piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve li ser fetwaya oldarê mezin ê şîeyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî hat avakirin.

Muqteda Sedir ji be wê fetwayê û parastina axa Iraqê û cihên pîroz ên olî ji êrîşên DAIŞê û terorîstan, spasiya Elî Sîstanî dike.

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedir di Mijdara borî de jî banga tesfiyekirina Heşda Şeibî û bêçekkirina wê kiribû, bi awayekî ku karê wê were sînordarkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst