Cenazeyê Tariq Ezîz hat dîtin

12-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku şeva borî, cenazeyê cîgirê berê yê serokwezîrên Iraqê, Tariq Ezîz li Balafirgeha Bexdayê hatibû revandin, cenaze ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hat dîtin û ji bo paytexta Urdinê, Emanê hat veguhestin.

Keça Tariq Ezîz, Zeyneb di daxuyaniyekê de ragihand: “Cenazeyê bavê min çend saetan li Balafirgeha Bexdayê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hatibû revandin.”

Zeyneb wiha got: “Dayika min ku li Iraqê ye, ew derbarê revandina cezane de agehdar kiribûn.”

Parêzerê Tariq Ezîz jî diyar kir ku piştî çend saetan ji revandinê, polîsê Iraqê cenaze dîtin û ber bi Emanê hat veguhestin.

Lê heta niha nediyar e, ka cenaze ji aliyê kê ve hatibû revandin.

Li gorî agahiyan, Hikûmeta Iraqê razî bûye li ser veguhestina termê Tariq Ezîz bo Urdinê, lê bi wê mercê ku nabe malbata wî merasîmekê jê re çêbikin, ku dibê ji balafirgehê rasterast cenazeyê wî bibin goristanê û wî veşêrin, da ku alîgirên partiya Baesê li dora wî kom nebin.

Tariq Ezîz, navê wî Mîxaîl Yuhena bû, sala 1936an li bajarê Mûsilê jidayik bibû û ew bi tenê ew berpirsê rêjîma Iraqê yê xristiyan bû.

Sala 1991, di serdema şerê Kendavê de, bû wezîrê derve yê Iraqê, herwiha demekê berdevkê fermî yê hikûmetê bû. Piştî girtina bajarê Bexdayê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, Tariq Ezîz xwe teslîmî wan kir û ji wê demê heta hefteya borî di zindanê de bû, ku hefteya borî di zindana Nasiriye ya başûrê Iraqê de mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst