Sune: Şandina çekan ji kurd û suniyan re yekîtiya Iraqê diparêze

Washington (Rûdaw)- Siyasetvanê sunî û cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê Rafi Îsawî dibêje, şandina rasterast a çekan ji kurd û suniyan re rêya herî sereke ya parastina yekîtiya axa Iraqê ye.

Îsawî ji Rûdawê re got: “Dema em fişaran li ser Amerîkayê dikin da rasterast çekan ji pêşmerge û suniyan re bişîne, nêta me ne parçekirina Iraqê, lê belê parastina yekîtiya axa Iraqê ye. Niha Iraq parçe bûye.”

Îsawî dibêje, divê çek rasterast radestî aliyên ku pêwistiya wan bi çekan heye bê kirin: “Şandina çekan bi rêya cebilxaneyên hikûmeta navendî li Bexdayê tê wateya xerckirina demê bi şêweyekî pûç û vala.”

Piştî kontrolkirina navçeyeke berfireh a suniyan li Iraqê ji hêla DAIŞê, Îran û Amerîka û welatên hevpeyman ji bilî êrişên balafiran, dest bi hinartina çek, teqemenî û şêwirmendên leşkerî bo Iraqê kirin. Pirraniya van alîkariyan gihîştin hikûmeta şiî ya Bexdayê.

Tevî wergirtina alîkariyên navneteweyî, pêşketinên artêşa Iraqê û mîlîsên şîe yên bi navê Heşda Şeibî pirr sînordar bûne di qewitandina DAIŞê ji navçeyên li jêr desthilata wê.

Amerîka û Bexda li dijî hinartina rasterast a çekan in bo hêzên pêşmerge û erebên sunî. Washington rijd e li ser wê yekê ku pêwist e çek bi rêya hikûmeta navendî bigihin hêzên din, da ev kar bi rengekî yasayî bê cîbicîkirin.

Îsawî herwiha dibêje: “Suniyên Iraqê dixwazin herêmeke sunî damezrînin, wek Herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê ku kurd xwe tê de birêve dibin.”

Piştî dagîrkirina Iraqê di sala 2003 de ji hêla Amerîkayê, siyasetvanên sunî razî nebûn herêmeke sunî bê dirustkirin û digotin pêwist e Iraq ji hêla hikûmeta navendî li Bexdayê bê birêvebirin. Lê niha di wê baweriyê de ne ku wan ew derfet winda kir. Îsawî got: “Bexda bi guman li suniyan dinere. Ji ber nebûna baweriyê çekdarên sunî tenê keleşan werdigirin û pê şer dikin. Hikûmet çekan nade xelkê da şer bikin. Keleş di şerê DAIŞê de dest nadin. Pêwistiya suniyan bi tank û çekên giran heye.”

Îsawî ji hêla dadgeheke Iraqê bi terorê hatiye tometbarkirin, lewma niha li Kurdistana Iraqê dijî. Îsawî dibêje pêwist e şerê DAIŞê ji hêla Bexdayê tenê neyê birêvebirin: “Ev şer ne şerekî xwecihî, lê şerekî navneteweyî ye.”

Beriya ku DAIŞ navenda Parêzgeha Enbar “Rumadî” kontrol bike, Îsawî got: “Eger çek bo Enbarê bên hinartin û rasterast li çekdaran bên belavkirin, dê her kes kêfxweş bibe. Divê çek li kampên şer bên belavkirin, neku li cebilxaneyên Bexdayê.”

Êl û eşîrên ereb li dijî beşdariya Heşda Şeibî di kontrolkirina navçeyên wan an parastina wan ji êrişên DAIŞê ye. Şîe jî naxwazin li ser axekê bimirin ku axa wan nîne. Binpêkirina mafên mirovan ji hêla çekdarên şîe hiştiye ku welatiyên sunî yên wan navçeyan DAIŞê qebûl bikin û mîlîsên şîe red bikin, çimkî li gorî HRWê hêzên şîe gellek gundên wan şewitandine û wêran kirine û welatiyên sunî gulebaran kirine.

Siyasetvanê sunî û cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê Rafi Îsawî got: “Yek ji xalên ku ez herdem bi berpirsên amerîkî re gotûbêj dikim, redkirina mîlîsên şîe li eyaletên me ye. Çimkî hebûna mîlîsên şîe dibe sedemê derketina nakokiyên mezhebî. Lewma li şûna ku sunî şerê DAIŞê bikin, dê şerê çekdarên şîe bikin. Çima şîe zarokên xwe dişînin mirinê li şûna xelkê Enbarê? Li eyaletên xwe rûnin û Xwedê we biparêze.!”