Hemû zanyariyên derbarê hilbijartinên Başûrê Kurdistan û Iraqê de

1.30 pm


Berdevkê YNKê: Em tometên sextekarîkirinê qebûl nakin




Berdevkê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre ragihand, ku ew tometên ku dibêjin “YNKê di hilbijartinan de sextekarî kiriye” qebûl nakin û ragihand: “Ma dibe li seranserê Iraqê sîstema elektronîkî hack nebibe û tenê li Silêmaniyê bibe?”

 

Pîre got: “Ew kesên berê hilbijartinan li dijî desthilatê bang li xelkê dikirin û digotin herin ser sandoqan çimku vê carê ev cîhaz heye û nikarin sextekariyê bikin piştî eşkerebûna encaman jî dibêjin sîstem hatiye hackirin. Ev ne facebooka kesekî ye ku wiha were hackirin. Eger sîstem hatiba hackirin divêya li tevahiya Iraqê pirsgirêk çêbiba. Tenê li bajarekî û li taxekî nave destkarî hatine kirin. Lewma berî van gilî ûtometan bikin divê li gotinên xwe vekolin.”

 

Berdevkê YNKê destnîşan kirk u bi awayeke teqez ew îdîayên sextekariyê red dikin û diyar kir, ku ji bo eşkerebûna van tometan û ji nûve hejmartina dengan ew amade ne li gel hemû aliyan kar bikin da ku rastiya van îdîayan derbikeve holê.



...............................


12.00 am

 

Reuters: Lîsteya Ebadî li ser asta Iraqê yekemîn e



 

Ajansa Reutersê eşkere kir, ku li ser asta Iraqê Hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Heyder Ebadî di hilbijartinan de di rêza yekemîn de ye û lîsteya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr jî duyemîn e.

 

Çavkaniyekê ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji Reutersê re ragihandiye, ku lîsteya hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Heyder Ebadî di hilbijartinên seranserê Iraqê de di rêza yekemîn de ye.

 

Li gorî wê çavkaniyê Lîsteya Saîrun a Muqteda Sedr di rêza duyemîn de û Hevpeymaniya Feth a bi serokatiya Hadî Amirî sêyem û Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî jî di rêza çaremîn de ye.

 

Li gorî encamên dawîn li ser asta Kurdistanê jî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di pileya yekemîn de ye û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî di pileya duyemîn de ye.

 

Komîsyona Hilbijartinan ragihand, ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinan % 44.52 bûye û biryare di nava 48 demjimêran de encamên giştî werin eşkerekirin.

 

Berawirdê bajarên Iraqê li Herêma Kurdistanê rêjeya beşdarbûna hilbijartinan bilindtir bûye.


................................


11.30 am

 

Kîjan partiyên Kurd çend deng bidest xist?



 

Li gorî amarên dawîn ên derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, li du parêzgehên Herêma Kurdistanê PDK û li parêzgehekî jî YNK li pêş e.  

 

Li gorî vê yekê li Hewlêrê:

 

PDKê 382 hezar û 831 deng  

 

YNKê 19 hezar û 785 deng

 

Nifşê Nû 12 hezar û 242 deng

 

Hevpeymanî 11 hezar û 501 deng

 

Yekgirtû 3 hezar û 410

 

Goran 7 hezar û 147

 

Komel jî 5 hezar û 696 deng bidest xistine.

 

Li parêzgeha Duhokê:

 

PDKê 266 hezar û 42 deng

 

Yekgirtû 48 hezar û 218 deng

 

Hevpeymanî 38 hezar û 825

 

YNKê 23 hezar û 139 deng

 

Nifşê Nû 5 hezar û 538 deng

 

Komel 2 hezar û 154 deng

 

Goran hezar û 262 deng anîne.

 

Herwiha li parêzgeha Silêmaniyê jî:

 

YNKê 70 hezar û 284 deng

 

Goran 42 hezar û 154 deng

 

Nifşê Nû 22 hezar û 285 deng

 

Komel 11 hezar û 857 deng

 

PDKê 8 hezar û 396 deng

 

Yekgirtû 6 hezar û 887 deng

 

Hevpeymanî jî 6 hezar û 726 deng bidest xistine.


.............................


9.00 am


Ebadî bang li hêzên ewlekariyê yên li Kerkûk û Herêma Kurdistanê kir




 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji hêzên ewlekariyê yên li Herêma Kurdistan û Kerkûkê daxwaz kir, ku ewlekariya herêmên xwe biparêzin û bêalî reftarê li gel mijara hilbijartinan bikin.

 

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê, Heyder Ebadî herwiha ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî daxwaz kiriye, ku pişkinîna wan sandoq û amêran jî bikin ku gilî li ser wan hene û paşî encaman ji raya giştî re eşkere bikin.

 

............................

 

07.30 am


Çar partiyên Kurdî: Em encamên hilbijartinan qebûl nakin


Piştî civîna li bajarê Silêmaniyê, Tevgera Goran, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Yekgirtû û Komela Îslamî bi daxuyaniyeke hevpar eşkere kirin, ku ew encamên hilbijartinan qebûl nakin.

 

Di daxuyaniya hevpar a her çar partiyan de hate gotin: “Em bi tevahiya proseya hilbijartinê û encamên wê red dikin û wan encaman nas nakin.”

 

Partiyên Kurdî diyar kirin, ku ew daxwaz dikin proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê, Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî werin dubarekirin.

 

Herwiha Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed jî di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Li gorî zanyariyên destpêkê û berawirdkirina dengên dengderên me, li parêzgeha Silêmaniyê û navçeyên wê gumaneke mezin peyda bûye, ku bi awayeke rêkxistî destwerdana dengên dengderan hatibbe kirin.”

 

Mihemed da xuyakirin, ku birina sandoqên dengdanê jî gumana li ser destkariya dengan bi sûda aliyekî diyar, zêdetir dike.

 

Mehmûd Mihemed got: Weke PDK em radigihînin, ku ev encamên hatine eşkerekirin nayên qebûlkirin û daxwaz dikin dengên hatine bikaranîn bi dest werin hejmartin. Eger li seranserê Kurdistanê deng bi dest werin hejmartin dê baş be da ku gumana hemû aliyan nemîne, bi vî awayî ewlekarî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê jî parastî be.”

 

.....................................................

 

00.00 (13-05-2018) am

 

Komîsyona Hilbijartinan: Rêjeya beşdarbûnê li seranserê Iraqê %44 bûye



 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, ku li seranserên Iraqê rêjeya beşdarbûna dengan %44 bûye û herwiha eşkere kir, ku dê encamên giştî jî di 48 demjimêrên pêş de werin eşkerekirin.

 

Serokê Fermangeha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Riyaz Bedran di civîneke çapemeniyê de rêjeya beşdarbûna dengdanê û herwiha hinek hûrguliyên proseyê eşkere kir.

 

Riyaz Bedran ragihand: “Rêjeya beşdarbûna proseya dengdanê %44.52 bûye. Bi giştî mafê dengdanê yê 24  milyon kesan hebûye. Zêdetirî 10 milyon kesan deng daye. Ji vê hejmarê jî zêdetirî 9 milyon dengder di dengdanên giştî de û zêdetirî 709 hezar dengder di dengdanên taybetî de û 179 hezar kes jî di dengdanên derveyî welat de deng dane.

 

Bedran amaje bi wê yekê kir, ku ev hejmarên hatine ragihandin ne hejmarên dawîn in û li hinek navendên dengdanê heta niha jî encam negihiştine destê komîsyonê.

Serokê Fermangeha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê got: “Hemû propagandayên derbarê sextekariyan de tên belavkirin ne rast in. Hinek alî dixwazin kartan tevlîhev bikin û raya giştî bixeletînin.”

 

Riyaz Bedran ji hemû aliyan daxwaz kir, ku rêzê li hember encamên hilbijartinan bigrin û li gorî yasayan tevbigerin.

 

Bedran herwiha da xuyakirin, ku dê endamên jilbijartinan piştî 48 demjimêren din werin ragihandin.

 

 

........................................

 

11.55 pm

 

Vaye encamên yekem ên hilbijartinan li parêzgehên Kurdistanê




 

Li navenda Hewlêrê:

 

PDK: 68 hezar û 385 deng

 

YNK: 17 hezar û 236 deng

 

Hevpeymanî: 9 hezar û 798 deng

 

Nifşê Nû: 11 hezar û 232 deng

 

Yekgirtû: 3 hezar û 254 deng

 

Goran: 6 hezar û 384 deng

 

Komel: 5 hezar û 369

 

Li gorî encamên giştî PDK 8 kursî, YNK 3 kursî, Nifşê Nû 2 kursî, Komel 1 û Goran jî 1 kursiyan bidst dixe.  

 

Li sernserê Duhokê:

 

PDK: 84 hezar deng

 

YNK: 22 hezar deng

 

Hevpeymanî: 24 hezar deng

 

Goran: 536 deng

 

Yekgirtû: 41 hezar û 100 deng

 

Komel: 252 deng

 

Nifşê Nû: 638 deng

 

Li gorî van encaman PDK 9 kursî û Yekgirtû jî 2 kursiyan bidest dixe.

 

Encamên navenda Silêmaniyê:

 

YNK: 37 hezar û 23 deng

 

Goran: 25 hezar û 267 deng

 

Nifşê Nû: 10 hezar û 193 deng

 

Hevpeymanî: 7 hezar û 398 deng

 

PDK: 6 hezar û 59 deng

 

Komel: 5 hezar û 650 deng

 

Yekgirtû: 3 hezar û 638 deng.

 

 

..................................

 

11.00 pm

 

Nêçîrvan Barzanî: Em li hember têkdana aramiya Silêmaniyê dilteng in

 



Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyerên Silêmaniyê de peyamek belav kir û ragihad: “Em li hember têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê pir dilteng in. Ji bo vê yekê jî em daxwaz dikin demildest teqekirina li hember baregahên partiyan bidawî bibe û hêzên ewlekariyê jî berpirsiyariya xwe bicîh bînin, baregah û navendên hemû aliyan biparêzin.”

 

Nêçîrvan Barzanî ji hemû aliyan jî xwest ku bi xwînsarî tevbigerin û ji ber gumanên xwe yên derbarê encamên hilbijartinan de jî bi riyên asayî giliyên xwe li cem Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar bikin.

 

Barzanî ji hemû aliyan xwest asayîş û aramiya civakî ya bajarê Silêmaniyê li ber çav bigrin.

 

................................

 

10.22 pm

 

Tevgera Goran: YNKê bi çekên giran êrîşî me kir

 

Tevgera Goran ragihand, ku Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi çekên giran êrîşî Girê Zergete kiriye, ku navenda rêveberiya vê partiyê ye.

 

Medyaya Tevgera Goran ragihand, ku bi fermana Lahûr Şêx Cengî hêzeke leşkerî ya Dijî Terorê bi çekên giran teqe li Girê Zergete kiriye.

 

Tevgera Goran ji alîgirên xwe daxwaz kir, ku Girê Zergete, ku navenda vê partiyê li wir e, biparêzin lê xwe ji tundiyê dûr bixin.

 

Endamê rêveberiya Tevgera Goran Diyarî Westa Ezîz jî ji Rûdawê re ragihand, ku piştî belavbûna encamên ne fermî yên hilbijartinan YNKê hêzeke zêde yê leşkerî şandiye dora Girê Zergete.

 

...................................

 

10.00 pm

 

Hewramî: Dengên YNKê bi sextekariyeke mezin hatiye zêdekirin

 

 

Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) got: “Dengên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi sextekariyeke mezin hatiye zêdekirin.”

 

Hêmin Hewramî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Twitterê ragihand, ku guman heye li Silêmanî û Helebceyê bi “sextekariyeke mezin” hejmartina dengan bi berjwendiyên YNKê hatibine guhertin.

 

Hewramî got: “Pir ne bi mantiq e ku dengên YNKê li hemû partiyên din ên weke PDK, Goran, Komel, Hevpeymanî û Nifşê Nû tev de zêdetir be. Lewma divê deng bi dest werin hejmartin.

 

..............................

 

08.30 pm

 

Hevpeymanî û Yekgirtû: Gumanên me ji encamên hilbijartinan heye



 

Dezgeha Hilbijartinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: “Em hemû aliyan agahdar dikin, ku li gorî encamên destpêkê gumaneke zêde heye ji encaman. Lewma em daxwaz dikin pişta xwe bi encamên sîstema elektronîkî ve girê nedin û careke din deng bi dest werin hilbijartin.”

 

Lîsteya Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî ya di bin serokatiya Berhem Salih jî de ragihand, ku ew encamên destpêkê red dikin.

 

Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî diyar kir: “Emê ji bo parastina dengên hemwelatiyan hemû hewldanên xwe bixin kar û hemû riyên yasayî û medenî bikar bînin. Herwiha, em Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan jî agahdar dikin, ku rê nadin encamên sextekarî û fêlbazî yên hilbijartinan.”

 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Belge jî ew e, ku bi riya ferzkirina dengên çend sandoqan ew rastî derketiye, ku bi awayeke rêkxistî lîstok li ser encamên hilbijartinan hatiye kirin.”

 

Hêjayê gotinê ye ku Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandibû, ku li 40 navendên dengdanê yên li Silêmaniyê partiya wan di rêza yekemîn de ye

 

.................................

 

07.45


Tevgera Goran: Sîstema dengdana elektronîkî hate hackirin





 

Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, ku li 40 navendên dengdanê yên li Silêmaniyê partiya wan di rêza yekemîn de ye.

 

Tevgera Goran jî ragihand, ku sîstema dengdana elektronîkî hatiye hackirin.

 

Jûra Hilbijartinan a Tevgera Goran ragihand ku gumaneke zêde heye ku sîstema elektronîkî ya dengan hatibe hackirin. Herwiha daxwaz kir, ku deng bi dest werin hejmartin.

 

.......................

 

06.20 pm

 

Komîsyon: Encam îşev zelal dibin




Rêveberê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê Elî Qadir ragihand, ku li Hewlêrê proseya dengdanê bi serkeftî bidawî bûye û hemû navendên dengdanê jî demjimêr 18:00ê hatine girtin.

 

Elî Qadir piştî bidawîbûna proseya dengdanê civîneke çapemeniyê saz kir û got: “Li hemû navendên dengdanê bi pirsgirêkên herî kêm proseya dengdanê bidawî bû. Dengdan bi serkeftî bû”

 

Qadir da zanîn, ku hemû partî û lîste dikarin îşev hemû encamên hilbijartinan werbigrin.

 

............................

 

6:00 p.m.

 

Deriyên sindoqan hatin girtin


Deriyên navendên dengdanê li seranserê Iraqê di serê saeta 18:00 de hatin daxistin û proseya dengdanê ji bo hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê bi fermî bi dawî hat.

 

Ji niha ve cudakirin û hejmartina dengan li seranserê Iraqê dest pê dike û dê di demên li pêş de encamên hilbijartinan bihêne ragihandin.

 

Li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê di saet 7:00 a.m de deriyên binkeyên dengdanê hatibûn vekirin û proseya dengdanê bi fermî dest pê kiribû.

 

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandibû, ku bi ti awayî dema dengdanê nayê dirêjkirin û dê di dema xwe ya ragihandî de deriyên navendên dengdanê werin girtin.

 

.....................

 

5:16 p.m.


Rêjeya beşdariyê li Kurdistan û Iraqê



Rêjeya beşdarbûna dengderan li Herêma Kurdistan û hin bajarên Iraqê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatine ragihandin. Li gorî zanyariyên gihiştine Rûdawê heta demjimêr 4.00ê êvarê rêjeya beşdarbûnê li Herêma Kurdistanê % 50.64 bûye.

 

Îro ji demjimêr 07:00an de proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê li hemû parêzgehên Iraq û Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye û komîsyonê jî ragihandiye ku dengdan di saet 18:00an de bi dawî dibe.

 

Rêjeya beşdarbûnê heta demjimêr 4:00 li Herêma Kurdistanê %50.64 bûye.

 

Li gorî van zanyariyên ku komîsyonê belav kirine;

 

Li Hewlêr %58

Li Silêmanî %50

Li Duhok %69

Li Zaxo %68

Li Helebce %46

 

Herwiha heta demjimêr 01:00ê piştî nîvro rêjeya beşdarbûnê li parêzgehên Iraqê jî wiha ye:

 

Li Bexdayê %20

Li Babilê %27

Li Mîsan %23

Li Diyale %30

Li Mûsena %21

Li Wasit %27

Li Dîwaniye %28

Li Neynewa % 42

 

.................

 

4:44 p.m

 

Kosret Resûl: Kesên hêja hilbijêrin

 


Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî beşdarî hilbijartinan bû û li binkeyeke dengdanê dengê xwe avête sindoqa dengdanê.

 

Kosret Resûl Elî piştî dengdanê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir, ku bi coş û bi awayekê berfireh beşdarî proseya dengdanê bibin.

 

Kosret Resûl herwiha daxwaz ji dengderên Herêma Kurdistanê kir, ku kesên hêja hilbijêrin, daku bikarin mafê xelkê Kurdistanê li Bexdayê biparêzin.

 

Ji saet 07:00ê sere sibehiya îro ve deriyên navendên dengdanê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin vekirin û proseya dengdanê dest pê kir. Dengdan dê heta saet 18:00ê îro berdewam be.

 

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, ku dema dengdanê bi ti awayî nayê dirêjkirin.

 

.....................

 

4:35 p.m.

 

Qubad Talebanî: Wiha be emê Kerkûkê wenda bikin



 

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û endamê Polîtbûroya YNKê Qubad Talebanî ragihand, ku eger dengderên Kurd ên li Kerkûkê bi vê sistbûn û bêxemiyê beşdarî hilbijartinan bibin dê zêdetir bikevin ber metirsiyan.

 

Qubad Talebanî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya facebookê derbarê rêjeya kêm a beşdariya kurdên Kerkûkê di hilbijartinan de hişyarî da.

 

Qubad Talebanî daxwaz ji dengdêrên Kurd ên li Kerkûkê kir, ku di saetên dawîn ên hilbijartinan de herin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

 

.....................

 

3:56 p.m

 

Aso Mamend: Her kerkûkiyek ku beşdarî dengdanê nebe, xedrê li Kurd dike

 




Berpirsê Melbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê, Aso Mamend derbarê birêveçûna hilbijartinên parlamentoya Iraqê û beşdarîkirina xelkê Kerkûkê di dengdanê de ji Rûdawê re ragihand, her kesek ji kurdistaniyên Kerkûkê eger bêje ku ez beşdariyê di dengdanê de nakim, xedrê li xwe û li Kurd dike.

 

Aso Mamend herwiha got: “Kurdistaniyên Kerkûkê ji wê yekê têdigihin, ku ev hilbijartin bo hemû takekî/ê Kurd li vî bajarî gelek giring e, lewma em dibînin ku coş û kelecaneke zêde heye li vir. Ez daxwaz ji Kurdistaniyên  Kerkûkê jî dikim ku îro bi her nirxekê dibe bila bibe, bi her şêweyekê dibe bila bibe, heta eger li cihekê amûr jî ji kar ketin, sebrê bikin û hewl bidin ku dengên wan heder neçe.”

 

...................

 

3.45 p.m.

 

Qaymiqamê Mexmûr: Ji ber Polîsê Federal 18 hezar kes nikarin deng bidin




Qaymiqamê bi wekalet ê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji Rûdawê re ragihand, ku ji ber Firqeya 3 ya Polîsê Federal ê Iraqê riya Hewlêr û Mexmûrê venake nêzîkî 18 hezar kesên nîştecihên Mexmûrê nikarin dengên xwe bikar bînin.

 

Rizgar Mihemed got: “Demjimêr 12.00ê şeva derbasbûyî ve Firqeya 3 ya Polîsê Federal riya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de girtiye. Vê yekê jî astengî ji bo dengderên Mexmûr û Qeracê derxistiye.”

 

Rizgar Mihemed herwiha diyar kir: “Bi giştî ji 20 hezar dengderan tenê beşek di nav Mexmûrê de ne û dengderên din ên Kampa Dîbege û cihên din in.”

 

Her çend Parêzgariya Nînowayê ji bo vekirina riyan ferman derxistiye lê berpirsên Polîsê Federal dibêjin, ku ew tenê fermanan ji fermandarê xwe Şakir Cewdet werdigrin û heta ew jî ferman nede rê nayên vekirin.

 

......................

 

3:30 p.m

 

Li Biyare li binkeyeke dengdanê teqe hate kirin

 

 

Berpirsê Liqa 12 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Helebce, Fazil Beşaretî ragihand, mixabin îro li binkeyeke dengdanê li nahiyeya Biyare hêzeke çekdar teqeyên hewayî kirin.

 

Fazil Beşaretî ji Rûdawê re da xuyakirin, li binkeyeke dengdanê li Biyare teqe hatiye kirin, “ev zulmeke mezin e ku li xelkê deverê tê kirin û ti pêwîst nake ku hêzeke leşkerî biçe nahiyeya Biyare û teqeyan li ser serê xelkê bike. Em hêvîdarin ku dawî bi wan core reftaran bihê.”

 

.....................

 

3:17 p.m

 

Qeys Xezelî: Em amade ne rûpeleke nû bi Kurdistanê re vedin

 

 

 

Emîndarê Giştî yê Bizava Esayib Ehlê Heq, Qeys Xezelî beşdarî dengdanê bû û dengê xwe avête sindoqa dengdanê.

 

Qeys Xezelî piştre di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Pêwendiyên me li gel Kurd gelek baş e, em gelek rêzê li gelê Kurd digirin û li gel hinek li aliyên siyasî pêwendiyên me baş in, li gel hinek aliyan jî pêwendiyên me sînordar in.”

 

Xezelî herwiha got: “Me hinek têbînî li ser wan aliyan hebû ku hewla cudabûnê didan, tevî vê yekê eger aliyên siyasî yên Kurdî heta ewên ku me têbînî li ser hebûn, amade bin ku rûpeleke nû vedin li ser esasê yek welatî û hevkarîkirina hevdu û çareserkirina pirsgirêkan, wê demê em amade ne ku hemû hewlên xwe bikin yek û herwiha em dê erênî bin.”

 

……………….


2: 55 p.m.

 

Sibe li Herêma Kurdistanê betlane ye

 



 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî ragihand ku roja yekşemê li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.

 

Sefin Dizeyî diyar kir: “Em ji welatiyên xoşewîst ên Herêma Kurdistanê radigihînin ku roja yekşemê 13-05-2018 li hemû sazî û dezgehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.”

 

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku îro şemiyê 12-05-2018 li Iraq û Herêma Kurdistanê proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê birêve diçe.

 

Herwiha Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ji bi daxuyaniyekê ragihand: “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja yekşemê 13-05-2018 kire betlane.”

 

.....................

 

2:24 p.m.

 

Kawe Mehmûd: Qeyrana Iraqê qeyrana nedana mafê pêkhateyan e

 

 

 

Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst a Kurdistanê, Kawe Mehmûd piştî ku dengê xwe avête sindoqa dengdanê di daxuyaniyekê de ragihand, qeyrana dewleta Iraqê, qeyrana nedana mafên pêkhateyan û gelê Kurdistanê ye.

 

Kawe Mehmûd got: “Peyama me ev e, em daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî dikin ku tenê li ser bernameyekê biçin Bexdayê. Ev bername jî li ser bingeha wê yekê be ku pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser esasê diyalog û demokrasiyê werin çareserkirin, li ser esasê baweranîna bi mafê gelê Kurditsanê yê biryardan li ser çarenivîsa xwe.”

 

Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst a Kurdistanê tekez kir: “Qonaxa dahatî qonaxa milmilaniyê ye, qonaxek nîne ku hikûmeta dahatî ya Iraqê bi vê pêkhateya ku heye, bikare kêşeyên dewleta Iraqê çareser bike. Qeyrana sereke ya vir, qeyrana sereke ya dewleta Iraqê ye, qeyrana dewleta Iraqê qeyrana nedana mafên pêkhateyan û gelê Kurdistanê ye. Eger aliyên siyasî yên Iraqê bixwazin seqamgîrî û pêkvejiyana aştiyane ya gelên Iraqê misoger bibe, divê kar bikin ji bo ku kêşeyên heyî bi diyalogê û qebûlkirina hev, bi baweranîna bi mafê gelê Kurdistanê yê biryardana li ser çarenivîsa xwe, bi mafê damezrandina dewleta niştimanî û serbixwe werin çareserkirin. Hevdem meseleya mafê hemû pêkhateyan, tevî kild û aşûr û suryan û tikrmen û ermen û hemû ewên ku li Iraqê dijîn, bi vê şêweyê ku ew bi xwe dixwazin.”

 

......................

 

2:10 p.m


Rêjeya beşdariyê li Iraqê ji sedî 40 û li Herêma Kurdistanê kêmtir e

 

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, ku heta nîvro navenda rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinan de li seranserê Iraqê ji sedî 40 bûye.

 

Rêjeya beşdarîkirinê li Herêma Kurdistanê kêm e, bi awayekê ku li bajarê mezin ji sedî 40î kêmtir e.

 

Li gorî komîsyonê, rêjeya beşdariya xelkê li Silêmaniyê heta danê nîvro ji sedî 27 bûye. Herwiha li Duhokê jî ji sedî 27 û li Hewlêrê jî ji sedî 26 bûye.

 

Li qezaya Soranê ya ser bi Hewlêrê ve jî rêjeya beşdarîkirina di hilbijartinan de ji sedî 43, li qezaya Zaxo ya Duhokê ji sedî 40 û li qezaya Akrê ya Duhokê ji sedî 38 bûye, herwiha li bajarê Helebceyê jî ji sedî 30ê dengderan heta danê nîvro dengê xwe dane.

 

Herwiha li bajarê Kerkûkê jî ku navçeyeke arîşedar a navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, heta nîvro ji sedî 35ê dengderan mafê xwe yê dengdanê bi kar anîne.

 

..................

 

1:50 p.m.

 

Li Silêmaniyê heta nîvro %27ê dengderan deng dane

 

Serokê Liqa Silêmaniyê ya Komîsyona Bilinda Serbxiwe ya Hilbijartinan a Iraqê, Hawrê Tofîq  ragihand, heta nîvro rêjeya ji sedî 27ê dengderan li parêzgeha Silêmaniyê dengê xwe dane ku hejmara wan dike 371,000 kes.

 

Li gorî amarên komîsyonê, bi giştî li parêzgeha Silêmaniyê zêdetirî 1.3 milyon dengderan mafê dengdanê hene.

 

Li Herêma Kurdistanê, zêdetirîn rêjeya dengderan li parêzgeha Silêmaniyê ye.

 

Bi giştî tevî parêzgehên Duhok, Hewlêrê li tevahiya Herêma Kurdistanê, 3,144,730 dengderan mafê beşdarîkirin di hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê de hene.

 

Deriyên navendên dengdanê li seranserê Iraqê di saet 7:00 a.m. de hatin vekirin û dengdanê dest pê kir, ku dê heta saet 6:00 p.m berdewam be.

 

.................

 

1:20 p.m.

 

Komîsyon: Bi ti awayî dema dengdanê nayê dirêjkirin

 

Rêveberê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê yê li Hewlêrê ragihand: “Bi ti awayî dema hilbijartinan nayê dirêjkirin, çimku amûrên dengdanê bi awayekî otomatîk di saet 18:00an de disekinin.”

 

Li ser ragihandina encamên hilbijartinan, Rêveberê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê yê li Hewlêrê Elî Qadir diyar kir: “Em ê encaman, du saet piştî bidawîbûnê li cihên dengdanê ragihînin.”


...................


12:46 p.m.

 

Komîsyona Duhokê: Dengder dikarin bi pisûlên windabûnê deng bidin

 




Rêveberê Ofîsa Duhokê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Yûsif Selman ragihand: “Kesên ku kartên xwe yên dengdanê winda kirine, dikarin bi pisûleya windabûnê deng bidin.”

 

Piştî ku li binkeyên dengdanê kêşe ji wan dengderan re çê bû, ku kartên xwe yên dengdanê winda kiribûn û piştre wergirtibûn, Liqa Duhokê ya Komîsyona Hilbijartinan ragihand, ku biryar hatiye dan ku ew  kes bikarin dengê xwe bidin.


...................

 

12:37 p.m 


Sê nûnerên PDKê li du navendên Tilkêf û Gokcelî hatin derxistin


 

Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Liqa 14 a PDKê li Mûsilê, Menaf Hesen ji Rûdawê re ragihand, 3 nûnerên PDKê li navendên dengdanê yên li bajarokê Tilkêf û taxa Gokcelî ya Mûsilê hatin derxistin.

 

Menaf Hesen herwiha got, ku ew nûnerên PDKê ji aliyê hêzên Heşda Şeibî ve hatine derxistin û gef li wan xwarine ku nabe careke din vegerin navendên dengdanê.

 

.......................

 

12:25 p.m


Wezîrê Darayî û Aborî yê Kurdistanê deng da

 


 

 

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê, Rêbaz Hemlan beşdarî di proseya dengdanê de kir û li binkeyeke dengdanê li bajarê Hewlêrê dengê xwe da.

 

.....................

 

12:10 p.m.


Malpera televiyona KNNê hat hackirin

 


 

Malpera KNN, ku medyaya fermî û zimanhalê Tevgera Goranê ye, hate hackirin.

 

Li ser malpera KNNê nivîsek bi vî naverokî tê xuyakirin: “Dengê xwe bi heder nede Goranê, çimku piştî hilbijartinan tu dê her bêyî nav himbêza YNKê.”


.............


12:02 p.m.

 

Hêzên Heşda Şeibî çûne nav çend gundên Xurmatû

 

Hêzên Heşda Tirkmenî ji Lîwaya 16 ya Fewca 2 şeva borî û vê sibê çûne ser gundên Tepesewz, Şaseywan, Elbûsebah.

 

Çend welatiyên niştecihên gundên Tepesewz, Şaseywan, Elbûsebah ji Rûdawê re ragihandin ku di bin guvaş û gefê de kartên xwe yên dengdanê wergirtine û ji welatiyan re hatiye gotin ku "divê deng bidin namzedên Lîsteya Feth".

 

Gundên Tepesewz, Şaseywan, Elbûsebah dikevin nav sînorê Xurmatû û 860 dengderên wan ên Kurd hene. Cihê dengdana wan jî binkeya Şefeqe ya li nav bajarokê Xurmatû ye, tevî ku kartên wan ên dengdanê ji wan hatine wergirtin, nahêlin dengder biçin nav Xurmatûyê.

 

…………………..

 

11:40 a.m.

 

Li Sinonê rê nadin ku çapemenî proseya hilbijartinan bişopîne

 

 

 

Li komelgeha Borik a Sinûnê ya ser bi Şingalê, hêzên Iraqê nahêlin çapemenî proseya hilbijartinan bişopîne.

 

Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim ragihand ku proseya hilbijartinên Parlementoya Iraqê li navçeya Şingal û derdora wê dest pê kiriye, lê belê li hinek deveran pirsgirêk derdikevin pêşiya dengder û çapemeniyê.

 

Peyamnêrê me ji komelgeha Borik ku komelgeha herî mezin e û piraniya dengderên nahiyeya Sinûnê li wê derê ye diyar kir ku leşkerên Iraqê li ber deriyê binkeya dengdanê rawestiyane û nahêlin peyamnêr biçin nav binkeyê û proseya dengdanê bişopînin.

 

Her çi qas peyamnêrê me hewl daye proseya hilbijartinan bişopîne jî, bi ti awayî rê nedane ku ragihandin derbasî binkeyê bibe.

 

Li komelgeha Borikê welatiyekî ji Rûdawêre diyar kir ku wan bi aramî dengê xwe dane û dibêje: “Em dixwazin namzedên me bi ser bikevin û namzedên ku bi ser bikevin jî ji bo Şingalê bixebitin.”

 

Herwiha welatiyekî jî eşkere kir ku dema dengdanê de hinek kesan astengî derxistine pêşiya wan, lê belê wan jî bi dilê xwe dengê xwe dane.


....................


11:30 a.m

 

Muqteda Sedir derbarê nifûziyan de hişyarî da

 



Rêberê Tevgera Sedir a şîeyên Iraqê, Muqteda Sedir beşdarî di dengdanê de kir û dengê xwe avêt dindoqa dengdanê. Sedir piştre di daxuyaniyekê de banga hilbijartineke dadperwer kir, ku dengder bikarin bi xeyaleke asûde biçin navendên dengdanê û dengê xwe bi azadî bidin.

 

Muqteda Sedir herwiha ji ber parastina dengder û navendên dengdanê spasiya hêzên ewlehiyê kir û daxwaz ji wan kir, ku gelek haydar bin, ku hewlên xelkên nifûzî û alîgirên partiyan pûç bikin û rêbaza dirist a hilbijartinê biparêzin.

 

Tevgera Sedir di hilbijartinên vê carê de bi Partiya Komonîst a Iraqê re hevpeymanî pêk aniye û bi lîsta Îtîlafa Saîrûn di hilbijartinan de beşdar in.

 

....................

 

11:15 a.m.

 

Heyder Ebadî li Bexdayê dengê xwe da


 


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî li Bexdayê beşdarî hilbijartinan kir û li xwandingehekê dengê xwe avête nav sindoqa dengdanê.

 

Ebadî serokwezîrê niha yê Iraqê û serkirdeyê partiya Deiwe ye, lê belê ji aliyê Nûrî Malikî ve ku ew jî serkirdeyekî vê partiyê ye, rastî rikeberiyeke tund tê.

 

Ebadî serkevtina di şerê li dijî DAIŞê de û herwiha têkoşîna li dijî gendeliyê di hilbijartinên vê carê de bi kar tîne.

 

Di hilbijartinên vê carê de 24,349,000 kesan li seranserê Iraqê mafê dengdanê hene.

 

Li Herêma Kurdistanê jî 3,140,000 dengderan mafê dengdanê hene.

 

.....................


10: 50 a.m

 

Serokê Goranê hêvî kir ku hilbijartin bi aştî û demokratîk birêve biçe

 





Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî li Silêmaniyê beşdarî di dengdanê de kir û dengê xwe avête nav sindoqa dengdanê.

 

Omer Seyid Elî piştre di daxuyaniyeke rojnamevamî de ragihand: “Em hêvî dikin ku hilbijartin bi awayekê aştiyane û demokratîk û bi beşdariya rêjeyeke zêde ya xelkê birêve biçe.”

 

Seyid Elî herwiha got: “Hilbijartin amrazek e ku nîşan de pirsgirêk dê çawan bihêne çareserkirin.”

 

Ev yekemîn hilbijartin e ku Tevgera Goran piştî wefata Newşîrwan Mistefa yê damezrênerê wê partiyê, beşdarî di hilbijartinan de dike.

 

..................


10:40 a.m


Li Herêma Kurdistanê çend binkeyên dengdanê nehatine vekirin



Li hejmarek binkeyên dengdanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kêşe di amûrên elektronî yên dengdanê de çê bûye û ji ber wê hejmarek binke bo demeke dirêj nehatin vekirin û li hin binkeyan jî pirsgirêk hêj didome.

 

Li qezaya Zaxoyê ji ber wê kêşeyê 11 binkeyên dengdanê nehatine vekirin û xelkê nekariye heta niha dengê xwe bidin.

 

Herwiha li dibistana Korejar a nehiyeya Şêladizê ya ser bi parêzgeha Duhokê jî 3 amûrên dengdanê kar nakin. Li navenda bajarê Duhokê jî heta niha du binkeyên dengdanê nehatine vekirin û dengdanê di van her du binkeyan de hêj dest pê nekiriye.

 

Rêkxerê Tora Şems li parêzgeha Duhokê, Bedel Ebdulbaqî ji Rûdawê re ragihand, “li bajarê Duhokê her du binkeyên Zinar û Nîsan nehatine vekirin, herwiha li Şêxanê jî binkeyeke nava kampa awareyan nehatiye vekirin.”

 

Bedel Ebdulbaqî herwiha diyar kir, sedema nevekirina wan binkeyên dengdanê vedigere bo wê yekê, ku heta niha amûrên dengdanê negihîştine wan binkeyan.

 

Li Mexmûr, Daqûq û Xurmatû pirsgirêk derdikevin ber dengderan û rê nadin ku welatî ji bo dengdanê vegerin deverên xwe.

 

Qayimeqamê Mexmûrê Rizgar Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku polîsê federalî yê Iraqê ji saet 00:00ê ve rê girtine û nahêlin xelkê Mexmûrê ku li Hewlêrê ne, ji bo dengdanê vegerin devera xwe.

 

Rizgar Mistefa herwiha diyar kir ku niha li gel parêzgar û komîsyonê di têkiliyê de ne, daku pirsgirêk çareser bibe û welatî bikarin dengên xwe bidin.

 

Heman pirsgirêk li Daqûq û Xurmatû jî heye.


.................

 

10:32

 

Hûşyar Zêbarî: Divê hemû alî, em dersê ji dîrokê werbigrin



Endamê Polîtboruya PDKê, Hûşyar Zêbarî jî dengê xwe da û piştre did axuyaniyekê de ragihand: Em hêvîdar in ku ev prose bi rêkûpkî birêve biçe, pak û azad be li seranserê Iraqê û Kurdistanê. Hemû alî bi hêvî ne ku em encameke baş bînin, bi îzna xwedê dê encam bo gelê Kurdistanê baş bin.

 

....................


10:18 a.m.

 

Roj Nûrî Şawêys: Gelek pêwîst e û divê Kurd li derve yekdeng be


 

Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê, Dr. Roj Nûrî Şawêys piştî ku dengê xwe da, di daxuyaniyeke rojnamevamî de ragihand: Hikûmeta Iraqê di çar salên bihê de dibê pabendî destûrê be, eger pabendî destûrê nebe û bi taybetî li gel pêkhateyan, ewên ku desthilateke zêdetir di destê wan de ye, tûşî gelek kêşe û giriftan dibin.

 

Bi baweriya Roj Nûrî Şawêys, eger bihê xwastin ku ew welat were pêşxistin û kêşe nemînin û bi ser kêşe û giriftan de serbikevin, divê pabendî destûr bin, divê pêkhate şirîk bin, divê li ser bingeha lihevkirinê û balansa destûrê kar were kirin.

 

Wî endamê Polîtboruya PDKê da xuyakirin: Komdengî û yekrêziya gelê Kurdistanê gelek pêwîst e, Kurd divê li derve yekdeng be, li navxwe her kes bernameya xwe hebe, ev tiştekî asayî ye.


.................

 

9:54 a.m

 

Berhem Salih: Divê hemû reformîstên Kurdistanê yek bigrin

 

 

Serokê Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê, Berhem Ehmed Salih jî tevî hevjîna xwe li bajarê Silêmaniyê li binkeyeke dengdanê amade bû û dengê xwe xiste sindoqa dengdanê.

 

Berhem Salih piştî dengdanê ragihand, pêwîst e hemû partiyên reformxwaz ên Kurdistanê piştî hilbijartinan ji bo berevaniya li mafên gelê Kurdistanê li Bexdayê yek bigrin.

 

Berhem Salih daxwaz ji xelkê kir, ku li ser sindoqên dengdanê amade bin û dengê xwe bidin. Herwiha Salih hêvî kir, ku hilbijartin bi aştiyane birêve biçe.


..............

 

9:42 a.m.

 

Malikî: Bi destûrê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê namînin


 

Cîgirê Serokomar û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî jî li Bexdayê beşdarî di proseya dengdanê de kir.

 

Nûrî Malikî piştî dengdanê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Eger em vegerin bo destûra Iraqê, ti kêşeyek di navbera Hewlêr û Bexdayê de namînin.”


 

.......................

 

9:25 a.m.

 

Selîm Cibûrî: Kurd kilîda biryardanê ne

 

 

Serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî di demên destpêkê yên dengdanê de, li Bexdayê dengê xwe da.

 

Selîm Cibûrî piştî dengdanê di daxuyaniyeke kurt de got: “Ez geşbînim bi wê yekê ku Iraq di qonaxeke nû re derbas dibe û ew jî qonaxa seqamgîriyê ye.”

 

Cibûrî got: Kurd kilîda biryardanê ne, bêyî beşdariya wan hikûmeta bihê nayê damezrandin.

 

Cibûrî tevî Eyad Ellawî bi lîsta Hevpeymaniya Weteniye beşdarî hilbijartinên vê carê bûye.



 

 

......................

 

9:18 a.m.

 

Selahedîn Behaedîn: Dengdan erkekî niştîmanû û netewî ye


 

Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn jî îro li Hewlêrê beşdarî di hilbijartinan de kir û dengê xwe da.

 

Piştî dengdanê, Selahedîn Behaedîn di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Em hêvîdar in ku ev prose serkevtî û paqij û dûr ji kêmasiyan be, hevwelatiyan jî eger ku gazindeyek hene, piştî wê proseyê û bi şêweyekê din û di hilbijatineke din de em dikarin bînin ziman, lê belê ev (hilbijartin) giştî ye û em dikarin tiştekî niştimanî û netewî ye, ji ber wê beşdarî bo hemûyan e, çi ji aliyê ayînî ve û çi ji aliyê niştimanî ve erkê me ye, lewma ez daxwaz ji hevwelatiyan dikim eger her gazindeyek hebin, ji bo vir nîne, ev mesele ji bo Bexdayê ye. Bexdayê jî pêwîstî bi amadebûnê heye, weke ku wan pîlangêrî (komplo) li me kir, bila em jî pîlangêriyekê bikin û xelkê baş bişînin Bexdayê.”

 


Di bersiva pirsa Rûdawê de ya derbarê peyama wî ya bo aliyên siyasî de ku bi awayekê yekgirtî biçin Bexdayê, Sekreterê Giştî yê Yekgirtû destnîşan kir: “Bêguman hilbijartin hinek ta û lerza wê heye, baş bû ku gelek di vê astê de nebû, bi giştî em dikarin bêjin, ew prose li gorî gelek cih û xelkê din gelek xirab nebû, ew germahî jî divê her hebe, çimku hin caran dibe corek ji muzayede û revîna di ber dengan de, lê tişta nexweş ev e ku hin caran te niyet nîne ku tiştekî bikî lê te neçar dikin gotinekê bêjî ku neb tu bêjî. Herwiha niha dema wê yekê ye ku em yekdeng û yekhelwest bin, ders û îbretê li wan tiştên berê werbigrin. Di xûla berê de hinek kêşe bo hemû aliyan hebû, divê em wan çê bikin û bi dilekî yekparçe û yekrêz biçin Bexdayê û bi îzana xwedê em dikarin.”

 

.....................

 

9:02 a.m

 

Qubad Talebanî ji xelkê Kurdistanê xwast ku biçin ser dindoqên dengdanê

 




 

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî jî li bajarê Silêmaniyê li binkeyeke dengdanê amade bû û dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

 

Qubad Talebanî daxwaz kir, ku “Kurd piştî encamên hilbijartinan, ji bo dabînkirin û parastina mafên gelê Kurdistanê bi yekrêzî biçin Bexdayê.”

.................


8:30 a.m.


Mesrûr Barzanî: Hêvîdarim yên ku baweriya xelkê bi dest bînin bibin parêzvanên xelkê Kurdistanê

 

 

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî beşdarî di dengdanê de kir û li binkeyeke dengdanê li Hewlêrê dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

 

Mesrûr Barzanî piştî dengdanê di dauxyaniyekê de ragihand: “Ez hêvîdarim ku ev prose bi awayekê serkevtî bi dawî were û bê kêşe be û hemû ew xûşk û birayên ku baweriya xelkê bi dest tînin, bibin parêzvanên bihêz ên xelkê Kurdistanê û berevaniyê di ber mafên xelkê Kurdistanê de bikin.”

 

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Ez geşbînim ku bi hêviya xwedê em dê serkevtineke mezin bi dest bixin.”

 

........................


8:00 a.m 


Nêçîrvan Barzanî: Ji bo gelê Iraqê û Kurdistanê rojeke giring û dîrokî ye

 


 

“Ji bo gelê Kurdistanê û Iraqê rojeke giring û dîrokî ye, proseyeke demokrasiyê ye ku bi rêya sindoqên dengdanê nûnerên xwe destnîşan dikin. Ji bo me gelek giring e ku welatiyên me bi germî beşdarî bikin.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pirsyareke derbarê pêkanîna hikûmeta dahatû de eşkere kir: “Ti aliyekî, bêyî hevpeymanî nikare hikûmetê pêk bîne. Ev mijar zelal e. Li gor me hikûmeta piranî di berjewendiya Iraqê de nîne, bi taybetî li gel pêkhateya Kurdî divê ev li ber çavan were girtin û li gor me ne wisa ye ku ew di berjewendiya Iraqê de ye eger biqewime.”

 

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Em hêvîdar in ev li Iraqê bibe destpêka qonaxeke nû. Ev qonax, qonaxa piştî DAIŞê ye û ji aliyê xizmetguzariyên hemû Iraqê tevî Herêma Kurdistanê ve divê giringî pê bidin. Bêyî çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, em bawer nakin ku li Iraqê pêşveçûnek çêbibe.”

 

Li ser kêşeyên sîstema dengdanê ya elektîronîk Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Ev sîstem nû ye û îhtimal e hêsan nebe, heta ku fêr bibin heta ku bi kar bînin. Li gor hemû pîvanan, em dibêjin ev sîstem baştir e û cara ewil e li Iraqê tê ceribandin. Me di dengdana taybet de dît ku gelekkes nekarîn deng bidin. Ez hêvî dikim, komîsyon ji bo ku pirsgirêk rêgirî li dengdana welatiyan nekin û mafên wan ên dengdanê ji dest neçe, bixebite.

 

Derbarê wergirtina postê Serokomariya Iraqê de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Pisrgirêka me li Bexdayê post nîne, pirsgirêka gelê Kurdistanê ye, pirsgirêka maddeya 140 û dahat e, ev pirsgirêkên cidî ne û divê werin çareserkirin. Weke pêkhateyeke sereke ya Iraqê mafê me ye jî postekî me yê pilebilind hebe li Bexdayê ku yek ji wan serokomarî ye.”

 

 

.....................

 

7:35 a.m


Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dengê xwe da

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî di sibehiya zû de li binkeya dengdanê amade bû û dengê xwe da.

 

Îro Şemî 12ê Gulana 2018 û ji demjimêr 07:00 ve hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê dest pê kir û her di demên destpêkê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê weke yekemîn berpirsê payebilind li binkeyeke dengdanê amade bû û dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî piştî dengdanê û di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Bo gelê Kurdistanê û Iraqê rojeke giring û dîrokî ye, proseyeke demokratîk e ku bi rêya sindoqên dengdanê nûnerên xwe destnîşan dikin. Ji me re gelek giring e ku welatiyan beşdariyeke germtir hebe, niha jî baran dibare, lê hêvîdarim baran nebe sedema sarkirina ti aliyekê û hemû kes biçin ser sindoqên dengdanê, çimku ji bo me ev hilbijartin gelek giring e.”

 

..................

 

7:00 a.m

 

Li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê deriyên binkeyên dengdanê hatin vekirin û proseya dengdanê bi fermî dest pê kir.