Berxwedana Îslamî ya Îraqê gefa destpêkirina êrişan dixwe

12-04-2024
RÛDAW
Nîşan Berxwedana Îslamî ya Îraqê Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komên çekdar ên li Îraqê ku navê “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” li xwe kiriye, hişyarî da Amerîka û Îsraîlê ragihand ku ew dê yekser bersiva her êrişekê bidin.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi daxuyaniyekê gef li Amerîka û Îsraîlê xwarin û rexne li Hikûmeta Îraqê girtin.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê di daxuyaniya xwe de got:

“Guhertina nav bi navnîşana dagirkeriya Amerîkayê nasandina wê wekî hevpeymaniyê û hevbeşê berdewam bi her navekî din nirxê wê nîne.

Hêzên wan ên dagirker li ser bedena birîndar a Îraqê dimînin û serweriya esmanî binpê dikin. Herwiha kontrola wan a temam li ser biryara ewlehiyê heye.”

“Destê me digihêje hêzên Amerîkayê”

Berxwedana Îslamî di berdewamiyê de behsa hejmara leşkerên Amerîkayê jî kir û got:

“Dagirker li wê jî nesekinîne û hejmara hêzên xwe xwe zêde kirine.

Ev jî diselmîne ku niyeta wan a vekişînê ji vî welatî nîne.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin:

“Amerîkaya sûcdar roj bi roj piştgiriya xwe ji bo statuya Siyonîst zêde dike. Em Amerîka ji her ehmeqiya ku hêzên wê yan jî hêzên Siyonîst li Îraq û welatên cîran pêk bînin berpirsyar dibînin.

Em wan hişyar dikin ku destê me digihêje wan, em dê rasterast bersivê bidin wan”

Çi bûbû?

Di êrişekê de li Konsolxaneya Îranê ya li Şamê 7 efser û şêwirmendên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Heta niha Îsraîlê berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye lê berpirsên Îranê dibêjin, ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin û gefa tolhildanê dixwin.

Li aliyê din Îsraîl dibêje, ew dê bersiva her êrişeke Îranê bidin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh li Binkeya Esmanî ya Til Nofê got:

“Kî zererê bide me, em dê zererê bidin wan. Em ji bo her êrişê û ji bo her parastinê amade ne.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant jî got:

“Her êrişeke rasterast a Îranê ya li axa Îsraîlê dê bibe sedema bersivdayîna Îsraîlê.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî hişyarî da û got:

“Hebûna me ya ji bo ewlehiya Îsraîlê li dijî gefên Îranê û wekî stûnên pola ye.

Ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê çi ji destê me bê em dê bikin.”

Ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve Berxwedana Îslamî ya Îraqê berpirsyariya zêdetir ji 160 êrişan li hêzên Amerîkayê li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Îraqê li xwe girtiye.

Berxwedana Îslamî herî dawî 28ê Kanûna Paşînê li ser sînorê Urdin û Sûriyeyê bi dronan êrişî binkeya esmanî ya Amerîkayê kiribû û di êrişê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû û herî kêm 25 leşker jî birîndar bûbûn.

Li hemberî êrişa binkeya xwe ya esmanî Amerîkayê jî 2yê Sibata 2024an zêdetirî 85 binke û navendên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê bombebaran kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst