Sûdanî: Pêwendiyên Îraq û Amerîkayê kilîda îstiqrara Rojhilata Navîn in

12-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Îraq Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê berî serdana xwe ya Amerîkayê eşkere kir ku pêwendiyên Îraq û Amerîkayê kilîda îstiqrara Rojhilata Navîn in.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî berî biçe Amerîkayê ji bo Kovara Foreign Affairsê bi sernavê “Pêwîstiya Îraqê bi şirîkatiyeke nû ya Amerîkayê heye” gotarek nivîsand.

Mihemed Şiya Sûdanî di gotara xwe de behsa hevkariya Amerîkayê ya ji bo rûxandina rejîma Beasê kir û wiha dewam dike:

“Beriya bi 20 salan Amerîkayê, ji bo rûxandina rejîma dîktator a Sedam Husên û danîna sîstemeke demokrasiyê alîkariya xelkê Îraqê kir.

Wê yekê jî wisa kir çêjê ji azadiyê wergirin û dawî li zilmê bînin.”

“Pêwendiyên Bexda û Washingtonê stratejîk in”

Mihemed Şiya Sûdanî amaje bi pêwendiyên di navbera Îraq û Amerîkayê de jî kir û got:

“Di nava 20 salên dawiyê de pêwendiyên Îraq û Amerîkayê di çend qonaxên baş û nebaş, germ û sar û hinek caran jî bi yekdengî û cudahiyê derbas bûye.

Dîsa jî têgihiştin di navbera aliyên serkirdeyên her du welatan de hebû ku pêwendiyên wan stratejîk bimînin ku ew jî di berjewendiya her du aliyan de ye.”

Sûdanî di beşeke din a gotara xwe de amaje bi alîkariyên Amerîkayê yên ji bo şerê li dijî DAIŞê jî kir û wiha nivîsand:

“Me bi hev re teror têk bir. Îro di qonaxeke nû de pêwîstiya me bi parastina stratejiyên hevbeş heye.

Qonaxeke ku piştgiriya serwerî û serxwebûnê bike. Bêyî ku bandorê li hevahengî û hevkariya di navbera Bexda û Washintonê de bike.”

“Hêzên Hevpeymanan dê vekişin”

Sûdanî di berdewamiya gotara xwe de da zanîn ku êrişên DAIŞê berdewam dikin û li ser pêvajoya vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî jî wisa got:

“Ji bo nirxandina êrişên berdewam ên DAIŞê û şiyana hêzên ewlehiyê yên Îraqê û karkirina li welat rêkeftin hatiye kirin ku hêzên Hevpeymanan vekişin.”

Sûdanî herwiha li ser pêwendiyên Amerîka û Îraqê jî got:

“Ji niha û pê ve Lijneya Bilind a Leşkerî nexşereyêkê ji bo pêwendiyên paşerojê û hebûna şêwirmendên Amerîkayê bernameyekê diyar dike.

Ev yek rê dide me ku pêwendiyên me yên bi Amerîkayê re ji pêwendiyên leşkerî derbasî yên warên din jî bibin.”

“Îraqê bi alîkariya dostên xwe DAIŞ têk bir”

Sûdanî amaje bi şerê li dijî DAIŞê jî kir û got:

“Îraqê bi alîkariya dostên xwe karibû rêxistina herî tundrew a terorîst têk bibe.

Çend komên biçûk ên DAIŞê mane û ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê ve li çiya û çol û şikeftan tên nêçîrkirin. Ji bo dewletê ne gef in.”

Sûdanî bi awayekî ne yekser behsa êrişên komên çekdar ên li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê jî kir û got:

“Pêwendiyên Îraq û Amerîkayê îstiqrara kilîda Rojhilata Navîn in. Herwiha ji bo birêveçûna gelên li herêmê ye.

Ji bo çareserkirina birêvebirina aloziyên navxwe û têgihiştina di navbera aliyên siyasî de pêwîstiya me bi demê heye.

Pêwîst e, şer û aştî bi tenê di destê dewletê de be û ti alî nikaribe wê daxwazê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst