Mizgevta Ebûbekir Bexdadî, ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Iraqê, mizgevta ku Ebûbekir Bexdadî xelafeta xwe têde ragihand, ji sê aliyan ve dorpêç kirine.

 

Berdevkê Fermandariya Operasyona Hevbeş Yehya Resûl ji Rûdawê re ragihand, operasyona rizgarkirina Mûsilê ranewestiyaye, lê Hêzên Iraqê bi mebesta parastina giyana xelkê sivîl, bi baldarî pêş dikevin, bi taybetî jî li deverên ku niştecihên wan gelek in û xaniyên wan kevn in.

 

Li ser guhertina plana rizgarkirina Mûsilê Yehya Resûl diyar kir: “Wisa xuya dike ku pêwîst e di planê de guhertin were kirin.”

 

Yehya Resûl herwiha destnîşan kir, heta niha ji sedî 60ê rojavayê Mûsilê, ji aliyê hêzên Iraqî ve hatiye kontrolkirin û di demeke nêzîk de ew dê tevahiya Mûsilê rizgar bikin.

 

Li gor zanyariyên herî dawî ku hêzên Iraqî dane Rûdawê, ji sê aliyên başûr, rojava û rojhilat ve Mûsila Kevn hatiye dorpêçkirin. Tenê aliyê bakur maye û şer kolan bi kolan berdewam e.

 

Şîrovekarê serbazî û stratejiyê Macid Casim El-Qeysî ji Rûdawê re ragihand, piştî bûyera bombebarankirina xelkê sivîl, hêzên Iraqê gelek hêdî û bi baldarî pêş dikevin. Di heman demê de ji ber êrîşên xwekujiyê yên DAIŞê ku teknîkên cuda pêk tîne şer hêdî dimeşe. DAIŞê bi wesayîtên bombekirî, weke mertala zindî bikaranîna xelkê sivîl û bi gelek nîşangiran êrîş dike. Herwiha piraniya çekdarên DAIŞê biyanî ne û bi tevahî hatine dorpêçkirin. Ji ber vê yekê jî ji bilî şerkirinê, ti çareya wan tine ye.

 

Macid Casim El-Qeysî li ser giringiya Mûsila Kevn diyar kir, ew der cihekî stratejîk e ku Mizgevta Nûr  û Minareya Hedba li wir in û got: “Rizgarkirina wê deverê, tê wateya yekalîkirina şerê Mûsilê û nemana DAIŞê ya li Mûsilê. Ev tê wateya bidawîkirina projeya xelafetê. Çimku ew der sembola wan e. DAIŞê li wê mizgevtê fermanên xwe bi ser xelkê de dikir.”