Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê: Di rojeva wî de çi heye?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro diçe Bexdayê û di rojeva wî de çend mijarên girîng hene.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê îro li Bexdayê beşdarî civîna Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên pêkhênerên hikûmeta Îraqê bibe.

Ev serdana Nêçîrvan Barzanî ya ewil sala 2025an e û dê li Bexdayê bi serkirdeyên siyasî re bicive.

Nêçîrvan Barzanî dê bi aliyên siyasî re bicive

Li gorî agahiyên ku ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya îro ya Bexdayê de dê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî, Serokê Encumena Dadwerî ya Îraqê Fayîq Zîdan û Serokê Dadgeha Federal a Îraqê Casim Mihemed Ebûd re hevdîtinan pêk bîne.

Tê çaverêkirin ku Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha bi Serokê Hevpeymaniya Fethê Hadî Amîrî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, Serokê Tevgera Hîkmetê Emar Hekîm û serkirdeyên din ên Şîe û nûnerên partiyên siyasî re jî hevdîtinan pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî ji bilî van dê bi Serokê Tevgera Hîkmeta Niştimanî Emmar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û çend serkirdeyên din re bicive.

Pirsgirêkên budce û mûçe dê bên gotûbêjkirin

Li gorî planan, di serdana du rojî de Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî civîneke berfireh a rêveberiya hikûmetê bibe.

Hemû aliyên di hikûmeta Îraqê de cih digirin dê tevlî wê civînê bibin.

Nêçîrvan Barzanî pirsgirêkên budce û mûçeyan di civînan de di nav xalên rojevê de ne.

Pirsgirêka budceyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku sala 2024an berdewam kir îsal jî hema pirsgirêk berdewam dike.

Gelek karmend mûçeyên meha Kanûna Pêşîn wernegirtine û hîn ne zelal e ka dê ev mûçe bên dayîn yan na.

Li gorî agahiyan Nêçîrvan Barzanî dê bi hikûmeta Îraqê û aliyên siyasî yên din re bişêwire da ku pirsgirêkên derbarê budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bike.

Di vê civînê de dê nêrîn û pêşniyarên li ser rewşa Îraqê, pêşketinên herêmê û pirsgirêkên ku pê re rûbirû ne, werin gotûbêjkirin.

Her wiha di civînan de dê serdana Sûdanî ya hefteya borî ya Tehranê û rûdanên li Sûriyeyê jî werin nirxandin.

Di navbera Bexda û Hewlêrê de mijarên ku li benda çareseriyê ne ev in:

  • Budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê
  • Rêkxistinên yasayî yên hinartinê ya petrola Kurdistanê
  • Pirsgirêkên deriyên sînorî û bazirganiyê
  • Madeya 140 û pirsgirêkên din ên herêmî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst