Li nav bajêr şerê kolan bi kolan;16 otomobîl hatin teqandin

Mûsil (Rûdaw) – Şerê kolan bi kolan di navbera hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de li taxên aliyê çepê bajarê Mûsilê bi giranî berdewam e. Fermandeyekî Hêza Zêrîn a Artêşa Iraqê jî dibêje, ku wan di 48 saetên bihorî de, 5 taxên din li aliyê çepê yê Mûsilê kontrol kiriye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li aliyê çepê yê Mûsilê Sîdad Leşkerî ragihand, her ku diçe şerê di nav tax û kolanên bajarê Mûsilê de girantir û zemettir dibe.

 

Peyamnêrê me dibêje, bi zêdebûna hewlên Artêşa Iraqê bo kontrolkirina Mûsilê, DAIŞ jî bi hemû şêweyekê hewl dide, rê li pêşveçûna hêzên iraqî ber bi taxên din ên Mûsilê û navenda bajêr bigire.

 

Li gorî Peyamnêrê me, çekdarên DAIŞê li çend taxên aliyê rojhilatê Mûsilê, berevaniyek tund dike, lê belê li gel wê çendê jî hêzên iraqî hêdî hêdî li ser pêşveçûnên xwe berdewam in.

 

Herwiha li gorî zanyariyên ku Peyamnêrê me ji çavkaniyên leşkerî yên Iraqê bi dest xistine, heta niha nîvê aliyê çepê yê Mûsilê ketiye bin kontrola hêzên Antî-Terora Iraqê.

 

Fermandeyekê Firqeya Zêrîn a Hêza Antî-Teror a Iraqê, Lîwa Rukin Mein li nav Mûsilê ji Rûdawê re ragihand: “Di heyama 48 saetan de me êrişek kir. Me karî bi tevahî taxên Nûr, Sihe, Mîşraq û beşeke zêde ya her du taxên Felh û Teimîm kontrol bikin û wan ji DAIŞê paqij bikin.”

 

Sîdad Leşkerî ku li eniya şer a nav bajarê Mûsilê ye, diyar kir, fermandeyên Artêşa Iraqê dibêjin, di heyama 3 rojan de hêzên wan 16 otomobîlên bombekirî yên DAIŞê teqandine.

 

Li gorî gotina fermandeyên Artêşa Iraqê, di heman demê de, zêdetirî 60 çekdarên DAIŞê jî bi destê hêzên serbazî yên Iraqê hatine kuştin.

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha behsa rewşa mirovî ya bajarê Mûsilê kir û got, ku DAIŞ rê nade xelk ji bajêr derkeve û wan weke mertalên zindî  bo parastina xwe û rêgirtin li pêşveçûnên hêzên iraqî bi kar tîne.

 

Weke ku di dîmenên vê vîdyoyê de jî tê dîtin, bi çûna hêzên iiraqî bo nav taxên bajarê Mûsilê, xelkê sivîl malên xwe bi cih dihêlin û berê xwe didin taxên ewleh.

 

Ji aliyekê din ve çekdarên DAIŞê jî bi berfirehî wan taxan hawinbaran û topbaran dikin, ku di rojên bihorî de ji dest dane.