VÎDEO - DAIŞê mal kirine zîndan û îşkencexane

11-12-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan DAIŞ Mûsil Zîndan
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li Mûsilê hinek mal weke zîndan û cihê îşkenceyê bikar anîne.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ji Mûsilê ragihand; “Taxa Zihûr ev çend roje ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatiye kontrolkirin. DAIŞê di nav vê taxê de hinek xanî weke zîndanê bikar aniye.”

 

DAIŞê avahiyeke du qatî kiriye zîndan û di qatekê de çekdar mane û belgeyên derbarê girtiyan de hene. Qata duwem jî bi deriyên hesin weke hucreyên biçûk ên girtiyan hatiye çêkirin.  Di odeya mezin a girtiyan de jî kamerêyên çavdêriyê hatine bicîhkirin.

 

Di vê girtîgehê de şûna îşkenceyên û herwiha cihê taybet ê jinan jî heye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst