FLAŞ / VÎDEO - Kolan bi kolan û mal bi mal şer e!

11-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Iraq Artêşa Iraqê Mûsil Kolan bi kolan Mal bi mal Şer DAIŞ Şerê_Mûsilê
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) - Li taxên bajarê Mûsilê şerê kolan bi kolan di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Artêşa Iraqê de berdewam e û her ku diçe şer girantir dibe. Li gorî zanyariyan, qenas û otomobîlên bombekirî du çekên sereke yên DAIŞê ne, ku bi rêya wan hewl dide, rê li pêşveçûna leşkerên iraqî bigire..

 

Operasyona rizgarkirina Mûsilê didiome û îro înê operasyona derbasî roja 26emîn bû. Di 26emîn roja operasyonê de, şer li nava bajarê Mûsilê gelek tund bûye û hêzên iraqî û çekdarên DAIŞê, kolan bi kolan û mal bi mal şerê hev dikin..

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji nava bajarê Mûsilê ve, hêzên yekîneya Antî-Terorê ya Artêşa Iraqê li her du taxên Zehra û Qadisiye êrişî DAIŞê dikin. Hêzên Antî-Teror a Iraqê hewl didin piştî ku taxa Zehra kontrol kirin, taxa Qadisiye ya li bakurê rojhilatê Mûsilê jî ji destê DAIŞê derbînin.

 

Çavkaniyekî ji nava Mûsilê ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên Antî-Teror a Iraqê bi hemû cure çekên giran û sivik li çekdarên DAIŞê û navendên wan dixin.

 

Fermandeyekê hêzên Antî-Teror a Iraqê yê bi navê Ebdulwehab Saidî ji Rûdawê re got: “Em niha di navbera taxên Zehra û Qadisiye de ne. Bi hemahengî li gel yekîneyên Artêşa Iraqê, operasyonên me bo paqijkirina wan deveran ji dijminan, berdewam in.”

 

Herwiha efsereke Antî-Teror a Iraqê bi anvê Heyder Fazil jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Me operasyoneke berfireh heye li taxa Qadisiyeya Yekem û Qadisiyeya Duyem. Li eniyên bakur û rojhilat, me dest bi êrişê kiriye, niha em li nêzîkî derwazeyên Taxa Tehrîr in.”

 

Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, şerê tax bi tax, kolan bi kolan li nava bajarê Mûsilê berdewam e.

 

Piştî derbasbûna bo nava Taxa Qadisiyeyê, hêzên iraqî pitir nêzîkî navenda bajêr bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst