Şer û pevçûnên dijwar li derdora Rûmadî

Hewlêr (Rûdaw)- Şer û pevçûnên giran di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de li derdora bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê diqewim in.

Fermandarekî pilebilind ê Iraqê ji parêzgeha Enbarê ji Rûdawê re ragihand: “Di şer û pevçûnên giran ên ku niha li derdora bajarê Mûsilê de diqewimin, gelek ziyanên DAIŞê derketine.”

Li gorî wê fermandarî, aliyên beşdar di operasyonê de, hêzên Artêşa Iraqê û hêzên polîs û Hêza Hedul Enbar, ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ne.

Wî fermandarî pêşbînî kir ku şer û girtina bajarê Rûmadî çend hefteyan dirêj bike, ew jî ji ber rewşa keşûhewayê. Lê niha hêzên ewlehiyê ji aliyê rojava û bakurê bajêr de pêşde diçin.

Wezareta Parastinê yê Iraqê di 13ê Tîrmeha îsal de ragihand, ku bi beşdariya zêdetirî 10 hezar çekdaran operasyona rizgarkirina bajarê Rumadî û parêzgeha Enbarê dest pê kir.

Ev zêdetirî 2 mehan e ku operasyona kontrolkirina parêzgeha Enbarê dest pê kiriye, lê belê heya niha hêzên iraqî nekarîne bajarê Rumadî, navenda îdarî-siyasî ya parêzgeha Enbarê kontrol bikin.