Parlamentoya Iraqê dê roja Pêncşemê ji bo hilbijartina serokkomar bicive

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû dê di 13ê Cotmehê de bicive.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di daxuyaniyekê de got, "Di rûniştina parlamentoyê ya ku roja Pêncşemê bê lidarxistin de dê hilbijartina serokomariyê bê kirin."

Proseya avakirina hikûmeta nû piştî hilbijartinên serokkomariyê dê bikeve rojeva siyaseta Iraqê.

Serokkomarê nû yê ku were hilbijartin, dê erka avakirina hikûmetê bide berbijarê serokwezîrê Şîe, Mihemed Şîa es-Sudanî. Berbijêrê serokwezîriyê divê herî dereng di nava mehekê de kabîneya xwe ava bike û bişîne parlamentoyê. Endamên kabîneyê yên pêşkêşî meclîsê tên kirin dê yek bi yek ji aliyê parlamenteran ve deng bê dayîn.

Tevgera Sedr di hilbijartinên giştî yên 10ê Cotmeha sala borî de li Iraqê bû yekem.

Lê Serokê Tevgera Sedr Muqteda es-Sadr ku nexwest bi partiyên alîgirên Îranê re hikûmetê ava bike, di mehên borî de ragihandibû ku xwe ji siyasetê vedikişîne û parlameterên wî îstifa kiribûn.

Piştî vê geşedanê, hevrikên Sedr yên Şîeku Îran piştgiriya wan dike, Wezîrê Kar ê berê Sûdanî wek serokwezîr destnîşan kirin.

Li gel ku salek bi ser hilbijartinan re derbas bûye jî, ji ber nakokiyên şîeyan krîzeke siyasî ya kûr heye. Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku di Parlamentoya Iraqê de cih digirin li ser berbijêrê kursiyê serokomariyê ku ji bo Kurdan hatiye veqetandin li hev nekirine. Ev hemû astengî li Iraqê rê li ber avakirina hikûmeteke nû digirin.

Li gorî hevkêşeya ku piştî sala 2003an li Iraqê hatiye avakirin, Serokkomar ji Kurdan, Serokwezîr ji Şîe û Serokê Parlamentoyê jî ji Sunneyan tê hilbijartin.

Ji bo serokkomariya Iraqê PDKê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û YNKê jî Berhem Salih wek berbijêr destnîşan kirin.

PDK li dijî wê yekê ye ku Salih careke din bibe serokkomar û tekez dike ku kursiya serokkomariyê radestî PDKê were kirin.

Her wiha behsa wê yekê tê kirin ku PDK û YNK piştî du rojan bi berbijêrên xwe bikevin civîna parlamentoyê.