Di hilbijartinên Iraqê de Sedir bû yekem

Hewlêr (Rûdaw) - Li Iraqê li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ragihandiye, di hilbijartinan de Tebgera Sedirê li parlementoyê 73 kursî bi dest xist û bû yekem. Li Herêma Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû yekem ku kariye 32 kursiyên parlamentoya Iraqê misoger bike.

Li Iraqê li gorî encamên neteqez ên hilbijartinê Koma Sedrê li parlementoyê 73 kursî bi dest xist û bû yekem.

Derbarê mijarê de çavkaniyek ji Ofîsa Muqteda Sedir ji Rûdawê re got ku wan heta niha ji 329 kursiyên parlaementoya Iraqê 73 kursî misoger kirine.

Li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Koma Sedr li Bexda 28, li Besra 9, li Nasiriye 8, li Mîsan 7, li Necef 5, li Dîvaniye 5, li Wastê 5, li Kerbela 4 û li Musena 2 kursî misoger kirin.

Berpirsê Ofîsa Tevgera Sedir Îbrahîm Cabirî  şeva borî ji Rûdawê re ragihandibû ku wan nêzîkî 80 kursiyan bi dest xistine.

Partiya Teqedûm a bi rêveberiya Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî 38 kursî bi dest xist.

Herwiha Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya serokwezîrê berê Nûrî Malikî bi misogerkirina 37 kursiyan bû sêyemîn.

PDK jî di hilbijartinên Herêma Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bû serkevtineke girîng bidest xist.

PDK bi giştî 32 parlamenteran, ji Hewlêrê 11, ji Mûsilê 9, ji Duhokê 8,  ji Silêmaniyê 2 û ji Kerkûkê 2 parlamenteran dişîne parlamentoya Iraqê.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên dawî hêj eşkere nekirine.

Li Iraqê ji 2003yan vir de cara 5an hilbijartin hat kirin. Tê gotin ku ji sala 2003yan ve bi ji sedî 41ê beşdariyê hilbijartina herî ku beşdariya wê kêm bû ev bûye.