Serokwezîrê Iraqê: Cîgirê Ebûbekir Bexdadî li derveyî welat hat girtin

11-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro ragihand, hêzên Saziya Istixbaratê ya Iraqê berpirsê darayî yê DAIŞê û Cîgirê Ebûbekir Bexdadî li derveyî welat girtine, lê amaje bi cihê girtina wî nekiriye.

Mistefa Kazimî di peyamekê de li ser Twitterê diyar kir, Samî Casim Berpirsê Darayî yê DAIŞê û Cîgirê Ebûbekir Bexdayî di operasyoneke dijwar a istixbaratî de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve li deverî sînorê Iraqê hatiye girtin.

Serokwezîrê Iraqê wiha dibêje: “Di demekê de ku çavên lehengên me yên di nav hêzên ewlekariyê de ji bo parastina hilbijartinan hişyar bûn, baskê wan ê rastîn di istixbaratê de yek ji zehmettirîn operasyonên istixbaratî yên li derveyî sînoran, ji bo girtina bi navê Samî Casim, serpereştê darayî yê DAIŞê û Cîgirê Ebûbekir Bexdadî yê gor bi gor pêk anîn.”

Kazimî roja operasyonê û herwiha cihê ku operasyon lê hatiye kirin, diyar nekiriye.

Li aliyekî din, Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê jî daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, “Serpireştê giştî yê birêvebirina dosyayên darayî û aborî yên rêxistina terorîstî ya DAIŞê, Samî Casim Mihemed Ceate El-Ecûz El-Cibûrî, bi nasnavê Ebû Asya û ‘Ebû Ebdulqadir Zubeydî’, hat girtin.”

Derbarê hûrgiliyên operasyonê de, Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê diyar kir ku ew operasyon “bi xebateke bi kalîte ya hêzên me yên qehreman di Dezgeha Istixbarata Neteweyî de û li derveyî sînor” pêk hat.

Li gor daxuyaniyê, “Sûcdar yek ji wan kesan e ku herî zêde di qada navnetewî daxwaza girtinê li ser heye, û ew nêzî wê komîteyê ye ku ji bo birêvebirina rêxistinê hatiye erkdarkirin û nêzîkê serkirdeyê niha yê rêxistinê, sûcdar Ebdullah Qardaş e.”

Beriya çend rojan jî, Berdevkê Fermandarl Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Lîwa Yehya Resûl ragihandibû, ku 9 endamên rêxistina DAIŞê di çend operasyonan de li parêzgehên Enbar, Neynewa, Selahedîn, Bexda û Kerkûkê hatine desteserkirin.

Hikûmeta Iraqê di sala 2017an de bi femrî serkeftina xwe bi ser DAIŞê de ragihand û diyar kir, ku tevahiya axa xwe ji bin kontrola wê rêxistina terorîstî derxistiye. Lê belê tevî vê yekê, şaneyên veşartî yên DAIŞê li gelek navçeyên Iraqê çalakiyan li dijî hêzên emnî pêk tînin.

Bi taybet ji sala 2020an ve çekdarên DAIŞê li parêzgehên Kerkûk, Neynewa, Selahedîn, Diyale û derdora Bexdayê êrişên xwe li dijî hêzên hikûmeta Iraqê û xelkên sivîl zêdetir kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst