Alîgirên Muqteda Sedir, serkirdeyekî Şîe yê Iraqê û Rêberê Tevgera Sedir, şeva Yekşemê 10ê Cotmehê li Bexdayê ji bo kêfxweşî derketine ser cadeyan. Wêne: AFP
Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî Ofîsa Tevgera Sedir a li navçeya Sedir a Bexdayê ji Rûdawê re ragihand, li gor encamên destpêkê yên nefermî, lîsteya wan di hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê de 80 kursî bi dest xistine û egera zêdebûnas hejmara kursiyên wan jî heye.
Îbrahîm Cabirî, Ofîsa Tevgera Sedir a li navçeya Sedir a Bexdayê şeva bihorî di bernameya taybet a hilbijartinê ya Rûdaw TV de, îdia kir ku li gor encmên destpêkê lîsteya wan 80 kursiyên parlamentoyê misoger kirine.
Cabirî got, “Li gor daneyên ku taybet bi encamên hilbijartina 10ê Cotmehê gihîştine ber destê me, tevgera me 80 kursî bi dest xistine û eger heye ku hejmara kursiyên me zêdetir bibe.”
Îbrahîm Cabirî herwiha got, “Ji niha ve me garantî kiriye ku Fraksyona Sedir, dê mezintirîn fraksyona nav parlamentoya bê ya Iraqê be.”
Bi gotina wî rayedarê Tevgera Sedir, lîsteya wan tenê li parêzgeha Bexdayê 28 kursî bi dest xistiye.
Di hilbijartina sala 2018an de, lîsteya Hevpeymaniya Saîrûn ku Tevgera Sedir a bi rêbertiya Muqteda Sedir pêşnegiya wê dikir, karîbû 54 kursiyên parlamentoyê bi dest bixe.
Tevgera Sedir di hilbijartinên 10 Cotmeha 2021an de bi 84 berbijêran li ser asta seranserê Iraqê tevli hilbijartinê bûbû.
Ev encamên tên ragihandin, encamên destpêkê û nefermî ne û dibe guhertin di encaman de çê bibe.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê êvara duh Yekşemî 10ê Cotmeha 2021an ragihand, di 24 demjimêrên bê de dê encamên destpêkê yên fermî yên hilbijartinan aşkere bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse