Komîsyona Hilbijartinan: Rêjeya beşdariya di hilbijartinan de %41 e

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragigand, li gor dengên %94 binkeyan rêjeya beşdariya di dengdana ji bo hilbijartina parlamentoyê de ku roja 10ê Cotmehê hat lidarxistin, ji sedî 41 bûye û rêjeya herî zêde jî li parêzgeha Duhokê bûye ku ji sedî 54 hatiye tomarkirin.

Îro Duşem 11ê Cotmehê serê sibehê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, hejmara kesên ku roja 10ê Cotmeha 2021 beşdarî di dengdanê de kirine, gihîştiye 9 milyon û 77 hezar û 779 kesan.

Komîsyona Hilbijartinan herwiha diyar kir, di dengdana taybet de ku roja 8ê Cotmehê hatibû sazkirin, 16 gilî gihîştine ber destê wan û di dengdana giştî de jî ku roja 10ê Cotmehê hat lidarxistin, 58 gilî hatine tomarkirin.

Li gor komîsyonê, ji 16ê giliyên di dengdana taybet de, li Hewlêrê 6 gilî, li Duhokê 2 gilî û li Silêmaniyê jî 1 gilî hatine tomarkirin. Li parêzgehên naverast û başûrê Iraqê jî, li Diyale 2 gilî, li navçeya Kerx a Bexdayê 1 gilî û li Kerbelayê jî 1 gilî hatine tomarkirin.

Derbarê giliyên ku di roja dengdana giştî de hatine tomarkirin, komîsyonê daye xuyakirin, ku ji 58 giliyên tomarkirî, 10 gilî li parêzgeha Silêmaniyê, 10 gilî li Besra, 4 gilî li Necefê, navçeya Kerx a Bexdayê 3 gilî, Kerbela 6 gilî, Babil 6 gilî, Diyale 2 gilî, Enbar 9 gilî, Selahedîn 3 gilî û li Duhokê jî 5 gilî hebûne.

Rêjeya beşdariya di hilbijartinê de li gor Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê:

Parêzgeha Duhokê: %54

Parêzgeha Hewlêrê: %46

Parêzgeha Silêmanî: %37

Parêzgeha Kerkûkê: %44

Parêzgeha Neynewa: %42

Parêzgeha Selahedîn: %48

Parêzgeha Bexda-Navçeya Resafe: %31

Parêzgeha Bexda-Navçeya Kerx: %34

Parêzgeha Kerbela: %44

Parêzgeha Babil: %46

Parêzgeha Diyale: %46

Parêzgeha Wasit: %44

Parêzgeha Dîwaniye: %42

Parêzgeha Musenna: %44

Parêzgeha Enbar: %43

Parêzgeha Zîqar: %42

Parêzgeha Mîsan: %43

Parêzgeha Necef: %41

Parêzgeha Besra: %40

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê êvara duh Yekşemî 10ê Cotmeha 2021an ragihand, di 24 demjimêrên bê de dê encamên destpêkê yên fermî yên hilbijartinan aşkere bike.