Sûdanî: Em nahêlin kes ji axa me êrişî Îranê bike

11-09-2024
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Mesûd Pizîşkiyan Îran Îraq Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Em rê nadin ku ti kes axa Îraqê bi kar bîne û êrişî Îranê bike.”

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan çû Bexdayê û cuda cuda bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Sûdanî û Pizîşkiyan piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar li dar xist.

“Em nahêlin kes ji axa me êrişî Îranê bike”

Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku Îran û Îraq naxwazin alozî û şerên li herêmê berfireh bibin û got:

“Em rê nadin ku ti kes axa Îraqê bi kar bîne û êrişî Îranê bike.”

“Divê em welatên Îslamî yek bin”

Mesûd Pizîşkiyan jî bal kişand ser girîngiya “yekîtiyê” û got:

“Divê em welatên Îslamî hemû yek bin û ji cihêbûnê dûr bin. Eger em bi hev re bixebitin em dikarin nehêlin ku herêm aloztir bibe.”

Sûdanî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di civînê de behsa girîngiya peywendiyên lojîstîk û veguheztinê jî hat kirin.

Li gorî gotina Sûdanî behsa avakirina herêmên pîşesaziyên û xetên hesin hat kirin.

Sûdanî di berdewamiyê jî de amaje bi wê yekê kir ku pêwendiyên Îraq û Îranê dê bandorê li aramiya herêmê bike.

Li gorî gotina Sûdanî, Îranê alîkariya Iraqê kir ku peymana gazê Turkmenistanê re îmze bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst