Hawrê Tofîq: Civîna serokkomarên Îran û Îraqê bi Kurdî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Îraqê Hawrê Tofîq got ku serokkomarên Îran û Îraqê civîna xwe bi Kurdî kiriye.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihişt Bexdayê û li wê derê pirsa Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz bi Kurdî bersivand.

Mesûd Pizîşkiyan paşê bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re civînek kir.

Şêwirmendê Serokkomarê Îraqê Hawrê Tofîq ev civîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re nirxand.

“Civîna me bi Kurdî bû”

Hawrê Tofîq da zanîn ku Letîf Reşîd gotiye, “Em di civînê de bi zimanê Kurdî, Kurdiyeke şêrîn axivîn.”

Şêwirmendê Serokkomarê Îraqê da zanîn ku civînê nîv saetê ajotiye û hemû bi Kurdî bûye û li pey çû:

“Min jî ew bi zimanê şêrîn ê Kurdî pêşwazî kir, wî jî bi Kurdiyeke şêrîn a Mukriyanê bersiv da.”

“Min xeyal dikir ku li herêmê sînor nemînin”

Hawrê Tofîq diyar kir ku her du aliyan behsa pêwendiyên Îran û Îraqê kiriye û Pizîşkiyan gotiye:

“Ez dixwazim pêwendiyên me û hemû aliyên Îraqê baştir bibin.

Dema ez ciwan bûm jî min xeyal dikir ku li herêmê sînor nemînin da ku pêwendiyên me bihêztir bibin.”

Li hêla din, Serokkomarê Îranê xwestiye ku ji bo bicihanîna bernameyên Îraq û Îranê yên di warên aborî, tenduristî, jîngeh û ewlehiyê de komisyenek bê avakirin ku ji pisporan pêk tê.

Li gorî agahiyên ku Hawrê Tofîq dane, Mesûd Pizîşkiyan bi bîr aniye ku bi Herêma Kurdistanê re sînorên wan hene û gotiye:

“Ez dixwazim Herêma Kurdistanê ji di nava wê bernameya stratejîk de cihê xwe bigire.”

Hawrê Tofîq bi bîr anî ku dê Pizîşkiyan piştî temasên xwe yên li Îraqê were Herêma Kurdistanê jî.

“Ev peyamake Îranê ye”

Li gorî gotina Şêwirmendê Serokkomarê Îraqê, Pizîşkiyan dixwaze bi aliyên siyasî re pêwendiyan deyne û dê ji ber wê jî dê bi hemû aliyan re bicive û got:

“Dê vê carê Kurdan, Şieyan û Suneyan bibînin. Ev cara yekem e ku bi vî awayî diçin Besre, Necef, Silêmaniyê û tên Hewlêrê.

Ev peyamake Îranê ye ku dixwazin bi hemû aliyên Îraqê de dostaniyê deynin û ew dixwazin bi Herêma Kurdistanê re jî dostaniyê bikin.”