Pêşmergeyan Serokkomarê Îranê li Bexdayê pêşwazî kir

11-09-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Îran Mesûd Pizîşkiyan Hêzên Pêşmerge Merasîma Pêşwazîkirinê Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bexdayê di dema pêşwazîkirina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan de Hêzên Pêşmergeyan jî di nav leşkerên şerefê de amade bûn.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro gihişt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Di wê merasîma pêşwazîkirina Mesûd Pizîşkiyan de leşkerên şerefê jî hazir bûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di nava leşkerên rûmetê de hêzên cuda yên Îraqê hene.

Hat zanîn ku di nav wan de hêzeke Pêşmergeyan jî beşdarî merasîma pêşwazîkirina Pizîşkiyan bû ku nûnertiya Herêma Kurdistanê dike.

Serokkomarê Îranê piştî Bexdayê dê Necef, Kerbela, Besra û Herêma Kurdistanê jî ziyaret bike.

“Em silavan li gelê Kurdistanê dikin”

Mesûd Pizîşkiyan li Bexdayê ji Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz re got:

“Em silavan li gelê Kurdistanê dikin. Em di xizmeta wan de ne. Em dê biaxivin, bernameya me heye em herin wê derê.

Pêwendiyên me û Kurdistanê baş in û bi îzna Xwedê em dê baştir bikin.”

Mesûd Pizîşkiyan ji Helkewt Ezîz re got ku ew dê li ser hemû mijarên siyasî, aborî û çandî biaxivin. 

Serokkomarê Îranê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, ji xeynî Hewlêrê diçe Silêmaniyê jî û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên siyasî dicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst