Îran û Îraqê 14 peyman îmze kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di bin çavdêriya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan her du welatan 14 peyman îmze kirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li gel şandeyeke aborî û siyasî li Bexdaya peyxta Îrqê ye.

Bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan her du welatan li Bexdayê civîneke berfireh li dar xist.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê diyar kir ku di civînê de her du aliyan gotûbêj derbarê hevkariya navbera Îran û Îraqê kir.

Di hevdîtinê de behsa hevkariya ewlehiya hevbeş û hevkariya havkariya pîşeszî, enerjî, aborî û sektora taybet hat kirin.

“Pêgeha Îran û Îraqê dê bibe girêdaneke girîng a veguhastinê”

Sûdanî amaje bi girêdanên olî, civakî û dîrokî kir ku her du welatan bi hev ve girê didin û got:

“Pêgeha erdnîgarî ya Îran û Îraqê dê bibe girêdaneke girîng a lojîstîk û veguhastinê.”

Sûdanî her wiha behsa rêya hesinî ya a Besra- Şelamçayê ya ji bo veguhastina geştyaran jî kir û got hikûmeta wî welatî li ser kar dike.

Serokkomarê Îranê behsa kûrbûna pêwendîyên navbera her du welatan û bandora "têkelîyên baş ên li ser aramiya herêmê" kir.

Pizîşkiyan her wiha daxwaza welatê xwe ya ji bo karê hevbeş û pêşxistina hevkarîya aborî ya navbera her du welatan kir. 

14 peyman hatin îmzekirin

Li aliytê din bi amadebûna Sûdanî û Pizîşkiyan 14 peymanên girêdayî mijarên cuda di navbera her du welatan de hatin îmzakirin.

Di warê leşkerî, perwerdekirina hêzên ewlehiyê, werziş, ciwanî, çand, huner û berhemên dîrokî de hevkarî û di warên ragihandin û telekomunîkasyonê de rêkeftinnameyên hevbeş hatin îmzekirin. 

Her wiha di warên wekî geştyariya olî, hevkariya li qadên serbest, xurtkirina çandinî, çavkaniyên xwezayî, ewlehiya sosyal, perwerdeya teknîkî de jî rêkeftinname hatin îmzekirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di yekem serdana xwe ya fermî ya derveyî welat de çû Îraqê.

Mesûd Pizîşkiyan got:

“Di vê geştê de em dê biçin bajarên Şîenişîn, Besra û herwiha bajarên Kurdan Hewlêr û Silêmaniyê û dê înşeleh li gel ezîzên wê derê bicivin.

Bi nerîna min dê bibe serdaneke gelekî baş ji bo avakirina zemîneke maqûl a di warên aborî, çandî, siyasî û ewlehiyê de.

Hêvîdar im eva ku li gel welatên Îslamî ku ji Îraqê ve dest pê dike, pêwendiyeke me ya baş û dostane hebe û em karibin wan pirsgirêkên hene ji ber xwe bidin alî.”

Pizîşkiyan dê here Kerbela û Necefê û tê gotin ku dê li gel nûnerê Şîeyan Elî Sîstanî bicive û paşê jî dê biçe Besrayê.

Pizîşkan tê Herêma Kurdistanê

Ji bo hevkariya di warên siyasî, herêmî, aborî û her wiha warê ewlehiyê de zemîn heye û rêkeftineke me ya ewlehiyê li gel Îraqê heye. Mijara me ya jîngehê jî heye.”

Serokkomarê Îranê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, ji xeynî Hewlêrê diçe Silêmaniyê jî û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên siyasî dicive.

Pizîşkiyan dê tacegulê deyne ser gora Mam Celal

Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Nesrullah Reşnudî jî got:

“Serdana rêzdar Pizîkşiyan a Îraq û Herêma Kurdistanê li ser vexwendin û daxwaza birêz Serokwezîrê Îraqê û rêzdar Nêçîrvan Barzanî bû.

Armanca serdanê jî bipêşxistina pêwendiyên dualî ye di warên cuda de.

Biryar e birêz Pizîşkiyan, tacegulê li ser gora serokkomarê hertim zindî yê Îraqê cenabê Celal Telabanî deyne. Ji ber vê jî diçe Silêmaniyê.”