Li Kerbelayê 3 rojan şîn hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kerbela yê Iraqê, bo maweyê 3 rojan şîn hat ragihandin.

Parêzgariya bajarê Kerbela yê Iraqê, bi daxuyaniyekê aşkere kir ku bi daxwaza parêzgar Nesif el Gutabî û pesendkirina Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, bo heyama 3 rojan şîn li wê parêzgehê hatiye ragihandin.

Li Kerbelayê duh di merasîma çalakiya Roja Aşûrayê de rê hilweşiyabû û di encamê de 31 kesan canê xwe ji dest dabû û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûbûn.

Beza Tuwêrîc nerîteyeke salane ya Şîeyên Iraqê ye û di 10ê Muheremê de tê sazkirin. Bi sedan hezar şîe beşdarî wê bezê dibin ku ji navçeya Qebtrey Selamewe ya Kerbelayê ber bi Mezargeha Îmam Husên ve du kîlometreyan dirêj e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyameke serxweşiyê arasteyî malbatên qurbaniyên bûyera Kerbelayê kiribû.

Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên bûyera Aşûrayê ya Kerbelayê nîşan dabû û ragihandibû ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.