Hadî Amirî: Em beşdariyê di hikûmeta dahatî de nakin

11-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Fetihê li Iraqê Hadî Amirî berbijêrbûna xwe bo posta serokwezîrtiya Iraqê red kir û ragdighîne ku  ew di hikûmetê de beşdar nabe.

Pêkanîna hikûmeta Iraqê her çiqasî gelek paş ketiye, lê her rojeveke germ e. Heta niha ti gavên berbiçav di vê çarçoveyê de nehatine avêtin. Aliyên Şîe ji bo posta serokwezîr lihev nekirine û cûdahiya nerînan di nav Çarçoveya Hevahengiyê de çê kiriye.

Serokê Hevpeymaniya Fetihê Hadî Amirî di daxuyaniyekê de erbijêrbûna xwe bo posta serokwezîrtiya Iraqê red kir.

Hadî Amirî di wê daxuyaniya xwe de dibêje di wê dema ku gelê wan li hêviya destkeftên destûrî yek li pey yekê ne û li benda pêkanîna hikûmetê û biryardan derbarê bernameyên niştmanî, wan têbînî kir ku hinek ji dezgehên ragihandinê, nuçe û komentên cuda vedugestin ku bangeşeya wê yekê dikirin di nava çarçoveya hevahingiyê de, hevrîkî li ser posta serwezîran navbera Amirî û kesên din de heye û behsa wê yekê dikin  ku dibe ew hevrîkî bibe sedema hilweşandina çarçoveya hevahingiyê.

Derbarê rastiya berbijêrbûna wî bo posta serokwezîrên Iraqê de, Hadî Amirî dibêje ew wê kampîna medyayî ya tije derew red dike ku dibe ew bi mebest jî tê kirin û eşkere dike ku ew  nuçe ji rastiyê dûr in û ew  ne berbjêr e û red jî dike ku bibe berbijêrê serokwezîrtiya Iraqê.

Parlemantoya Iraqê di meha Sibatê de 3ê rûniştin bo hilbijartina serokkomar kirine, û di hersêyan de jî serkeftî nebû, sedem jî nebûna rêjeya yasayî ya parlemantaran û baykota sê yekê astengderê Çarçoveya Hevahengî û hevpeymanên wan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst