Şandina petrola Iraqê ji Besra ve bi timamî hat sekinandin

Besra (Rûdaw) – Hinartina petrola Iraqê bi rêya Bendera Besra li başûrê wî welatî hat rawestandin.

 

Îro duşemî şandina petrola Iraqê bo derve bi rêya Bendera Besra a wî welatî bi timamî hat sekinandin.

 

Medyayên Iraqê ragihandine, rawestandina hinartina petrolê ji Bendera Besra ve bo derve ji ber arîşeyeke teknîkî bûye.

 

Li gorî zanyariyên, tîmên endazyarî yên Wezareta Petrola Iraqê bo çareserkirina arîşeyan û ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê di hewldanê de ne.

 

Pirraniya petrola Iraqê bi rêya Bendera Besra ya li başûrê wî welatî bo bazarên cîhanî tê şandin.

 

Ji ber sekinîna hinartina petrola Iraqê, pêşbînî tê kirin ku nirxê petrolê di bazarên cîhanî de bilind bibe.