800 jinên tirkman di destê DAIŞê de ne

11-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Eniya Tirkmanên Iraqê Elî Mehdî dibêje 800 jinên tirkman ên ku rêxistina DAIŞê par ji Teleferê revandin, hêj di destê wê rêxistinê de ne.

 

Di daxuyaniya ji aliyê Elî Mehdî ve hatî weşandin de wiha hat gotin: “Salek li ser revandina 800 jin û zarokên tirkman ên ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin derbas bû. Ji wan tenê 8 kesan karî xwe ji destê çekdarên rêxistinê rizgar bikin. Lê ji wan 8 jinan yekê piştî rizgarbûnê xwe kuşt.”

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin rêxistinê jin şandine bajarê Reqaya Sûriye û hin zarok jî birine Mûsilê. Mehdî wiha gotiye:

 

“Ji ber ku ti kes nîne maf, can û malê tirkmanan biparêzê; DAIŞê jin û keçên tirkman ên revandî difiroşe.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye amaje kirin ku tirkmanan derbarê wê mijarê de raporek pêşkeşî Encumena Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê, Komiseriya Bilind a Mafên Mirovan NY û Konsolxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst