Komîsyona hilbijartinan û YNKê li dijî Selîm Cibûrî doz vekirin

11-06-2018
RÛDAW
Nîşan Serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî YNK Dadgeha Federalî Gilî Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê civata komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê û Fraksyona YNKê li dijî serokê parlamentoyê, Selîm Cibûrî li Dadgeha Federalî gilî tomar kirin.

 

Serokê civata komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê, Mien Ebid Hentuş li Dadgeha Bilind a Federalî gilînameya yasayî li dijî Selîm Cibûrî tomar kir.

 

Li gora belgenameyekê, Mien Ebid li ser sererastkirina sêyem a  yasaya hilbijartinên parlamentoya Iraqê a ji aliyê parlementoyê ve li dadgeha federalî, li dijî serokê parlementoyê, Selîm Cibûrî doz vekiriye.

 

Mien Ebid di vê gilînameya xwe de, biryarên parlamentoyê yên di derheqên encamên hilbijartinên 12ê Gulanê de, bi nedestûrî û neyasayî bi nav kiriye.

 

Ji aliyekî din ve, fraksiyona YNKê di parlamentoya Iraqê de jî, li Dadgeha Federalî doz li dijî serokê parlamentoya Iraqê tomar vekir.

 

Fraksiyona YNKê dibêje, roja 6ê vê mehê (Hezîran), serokê parlamentoyê serokatiya civîneke neyasayî ya parlamentoyê kiriye û di wê civînê de biryarên neyasayî dane.

 

Parlemanterê YNKê, Rêbwar Teha li ser vê mijarê ragihand, ku wan bi belge nîşan daye ku hemû biryarên ku roja 6ê Hezîranê li parlamentoyê hatine dayin, neyasayî ne û Cibûrî jî serokatiya civînê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst