Dadgeha Federal a Iraqê biryara xwe ya derbarê Kurdisanê de paş xist

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Federal a Iraqê biryara xwe ya derbarê destûrîbûn an destûrînebûna şandina bûdceyê û 200 milyar dînar pereyê mehane bo Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve paş xist.

Dadgeha Federal a Iraqê ragihandiye, biryardana li ser wê mijarê dê heta roja 12ê Hezîrana 2022an were paşxistin.

Heman dadgehê daxwaz kiriye, aliyê beramber ku nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Dîwana Çavdêriya Darayî ye, di rûniştina bihê ya dadgehê de amade bibin daku vê mijarê yekalî bikin û biryarê li ser bidin.