Louis Sako vegeriya Bexdayê: 'Hebûn û rola te girîng e'

11-04-2024
RÛDAW
Nîşan Louis Sako Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji Kardînal Louis Sako re ragihand ku rol û hebûna kesayetên Xirîstiyan girîng e û divê çanda bihevrejiyanê li Îraqê were parastin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê îro ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî bi Kardînalê Dêra Kildaniyên Katolîk ê Îraq û Cîhanê Louis Sako re civiya.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê, Mihemed Şiya Sûdanî kêfxweşiya xwe li ser vegera Louis Sako ya Bexdayê aniye ziman.

Herwiha Sûdanî tekezî li ser prensîba bihevrejiyan û biratiyê di nav pêkhateyên dînî û neteweyî yên Îraqê de kir.

Kardînal Louis Sako vegeriya Bexdayê û di merasîma vegerê de gelek kesayetiyên dînî yên Dêra Kildanî ya Îraqê pêşwazî li Louis Sako kir.

Meha Tîrmeha sala borî betalkirina biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013an hat ragihandin û pileya Patriyarktiya Dêra Kildanî ya Îraq û Cîhanê Kardînal Louis Sako hatibû hilweşandin.

Piştre jî Sako Bexda bi cih hiştibû û berê xwe dabû Hewlêrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst