‘Îmam Mehdî’ li Bexdayê hat girtin

11-04-2024
Nîşan Îmam Mehdî Bexda Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku “Îmam Mehdî” li Bexdayê hatiye girtin.

Kesekî bi rêya torên civakî angaşt dikir ku ew Mihemed Mehdî ye û li ser YouTubeyê vîdeoyên xwe belav dikirin.

Di ajansên Îraqê de hat angaştkirin ku nasnameya Îmam Mehdî hatiye tesbîtkirin û ew li Bexdayê hatiye girtin.

Hat ragihandin ku polîsan tenê wêneyê wî belav kiriye û li ser nasnameya wî ti agahî belav nekirine.  

Îmam Mehdî, Mihemedê kurê Hesen Eskerî ye û îmamê 12an ê Şîeyan e.

Îmam Mehdî 15ê meha Şebanê ya sala koçî ya 255an ji dayîk bûye.

Li gorî Şîeyan, Îmam Mehdî hîn jî sax e û dê xwe careke dîn nîşanî alemê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst