Civînên Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên siyasî yên Iraqê

11-04-2021

15:50

Nêçîrvan Barzanî li gel Cemal Zarî, Malîkî, Amîrî û Nuceyfî civîn encam dan

-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî Şêx Cemal Zarî civiya ku yek ji serkirdeyên Sunne yên Iraqê ye.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçova serdana xwe de li gel Serokê Bereya Rizgarkirin û Geşepêdana Iraqê Usame Nuceyfî civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê paşê li li gel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amîrî civîn pêk anîn.

 

Zêdetir bixwîne

10:59

Nêçîrvan Barzanî û Usame Nuceyfî civiyan

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Usame Nuceyfî

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî civîna li gel Rêberê Tevgera Hîkme Emar Hekîm, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Bereya Rizgarkirin û Geşepêdana Iraqê Usame Nuceyfî civînek encam da.

 

Zêdetir bixwîne

09:59

Civînên Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên siyasî yên Iraqê

Civînên Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên siyasî yên Iraqê berdewam in
Civînên Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên siyasî yên Iraqê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) – Civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên siyasî yên Iraqê berdewam in.

Di duyem roja serdana xwe de li Bexdayê Serokê Herêma Kurdistanê li baregeha Tevgera Hîkme, bi serokê wê tevgerê Emar Hekîm re dicive.

Li gor bernameya hatiye danîn, Serokê Herêma Kurdistanê dê li Bexdayê nêzikî 9 civînan pêk bîne, Nêçîrvan Barzanî ku dê li gel serkirdeyên Şîe û Sunne kom bibe, biryar e li gel Nûrî Malikî, Hadî Amîrî, Xemîs Xencer, Usame Nuceyfî û Tevgera Sedir bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke du rojî li Bexdayê ye û duh, 10/04/2021, li gel sê serokatiyên Iraqê, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî civîn encam dan.

Zêdetir bixwîne