Li Iraqê 2 çalakvan hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Meysan ê Iraqê 2 çalakvanên beşdarî xwepêşandanên dijî hikûmetê bûn, hatin kuştin.

Li gor agahiya polîsên Meysanê, kesên çekdar ên nasnameya wan nediyar li nêzîkî herêma Pîşesaziyê ya Amarayê gule berdan çalakvanên bi navê Ebdulqudis Qasim û Kerrar Adil.

Êrîşkarên herdu çalakvan kuştin ji cihê bûyerê reviyan.

Li Iraqê ji meha cotmehê ya ku xwepêşandanên dijî hikûmetê destpê kir heta niha, çalakvan tên kuştin, rastî îşkenceyan tên.