Deşta Neynewa: Krîstiyan venagerin navçeyên xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarokê Bertile ku dikeve rojhilatê bajarê Mûsilê, bajarokekî Krîstiyanan e ku niha ji neçarî himbêza xwe bo wêneyê mercîeyên Şîe yên Iraq û Îranê re vekiriye. Xelkê Bertile dibêjin, navçeya wan di jêr gefa guhertina demografiyê de ye û

 

 Behnam Benoka qeşe ye û behsa wê yekê dike ka çima Krîstiyan venagerin navçeyên xwe.

 

Qeşe, Behnam Benoka di derbarê sedema nevegeriyana xelkê Krîstiyan bo deverên xwe dike û dibêje: "Her ji destpêka rizgarkirina Deşta Neynewa û vegera akinciyên wê bo navçeyên xwe ve, ji hinek aliyan ve ku desthilata wan li navçeyê hebû, em rûbirûyê bêzarkirinê bûn, bi taybetî jin ku rûbirûyê destdirêjiyê bûn, herwiha zarok jî rûbirûyê pirsgirêkan bûn."

 

Iqbal Şîno, akinciyekî Bertile ye û dibêje, armanceke wê bêzarkirinê heye.

 

Iqbal Shino dibêje: "Teqrîben dikarim bibêjim, hemû Krîstiyanan bêzar dikin, daku me bitirsînin û ji Bertele derkevin."

 

Şîşên xaniyên rûxandî û cilûbergên qetiyayî yên xelkê ku bilez reviyane, nîşanên wê yekê ne ku li navçeyê berî DAIŞê jî jiyan hebûye. Lê wiha dixuye ku DAIŞ tekane gef nebûbe.

 

Qeşe, Behnam Benoka radigihîne: "Mixabin hemû wiha difikirin ku DAIŞ astenga mezin û tenê astenga Krîstiyanan bû li navçeyên dîrokî yên xwe, lê ya ras ev ne wiha ye. Em ji salên heştêyan ve rûbirûyê koçkirina bi zorê ji navçeyên xwe bûne."

 

Salim Selman jî akinciyekî Bertele ye û behsa mijareke balkêş dike.

 

Salim Selman dide xuyakirin: "Li vê derê mijareke emnî heye ku bi psîkolojiya kesan dilîze. Diçim qehwexane û çayxaneyan û dibihîzim ku "eger heye DAIŞ vegere" û "eger heye filan tişt bibe", lê gelo rast e yan ne rast e? Nizanim. Ev rewş bi psîkolojiya kesên akinciyê vê derê dilîze."

 

Tirsa zêde ya Krîstiyanan ji rewşê, wiha kiriye ku beşeke zêde ya wan venegerin navçeyên xwe. Habiba Kiyaqos, xelkê Bertele ye û li Enkawe dijî û dibêje, rewş ne hevkare ku dest ji jiyana koçberiyê berde.

 

Habiba Kiyaqos koçbera ji Bertile jî dibêje: "Belê tirs rêgir e, ez wiha hest dikim li mala xwe ya Bertele bimînim tê bên ser me, ditirsim. Ez ji Bertele ditirsim."

 

Dûrî malê, dûrî tirsê, hejmareke zêde ya Krîstiyanên Bertele û navçeyên din ên Deşta Neynewa biryar dane xerîbiyê hilbijêrin û rojane li Dêrên qerebalix ên dûrî navçeyên xwe, diayan bo vegera aştiyê û vegera bo nava xaniyên xwe yên rûxandî dikin.