Selîm Cibûrî ligel fraksiyonên Kurdistanî dicive

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Erefat Kerem ragihand ku Serokê Parlementoya Iraqê dê piştî demeke kin li gel fraksyonên Kurdistanî bicive daku wan ji bo dengdana pesendkirina butçeyê  razî bike.

 

Erefat Kerem ji Rûdawê re diyar kir: “Fraksiyonên Kurdistanî ligel Erebên Sunî civiyan ji bo rêkeftina li ser mijara butçeya 2018an û piştgiriya daxwazên wan, lê belê negihiştin rêkeftinekê.”

 

Serokê Fraksiyona PDKê yê li Parlementoya Iraqê Erefat Kerem herwiha eşkere kir: “Erebên Sunî dixwazin fraksiyonên Kurdistanî ji bo sererastkirina birgeya li ser xwenamzedkirina xwediyên dîplomaya lîseyê, piştgiriya wan bikin. Fraksiyonên Kurdistanî jî dixwazin Erebên Sunî li ser butçeyê piştgirî bidin daxwazên wan.”

 

Erefat Kerem da zanîn ku ti guhertin di projeyasaya butçeya sala 2018an de li ser para Herêma Kurdistanê nehatiye kirin.

 

Kerem herwiha diyar kir: “Ne Erebên Sunî û ne jî nûnerên parêzgehên berhemhênerên petrolê ji projeyasaya butçeya 2018an, ne razî ne û naxwaz in deng bidin. Fraksiyonên Kurdistanî jî dê ligel Serokê Parlementoyê Selîm Cibûrî bicivin û biryara xwe bidin.”

 

Heta niha jî hikûmeta Iraqê daxwazên Kurdan ên li ser butçeya federalî ya sala 2018an cîbicî nekiriye ku daxwaza wan a herî diyar vegerandina para Kurdistanê bo %17ê ye.