Parlamenterên kurd civîna Parlamentoya Iraqê baykot kirin


Bexda (Rûdaw) Ji ber baykotkirina nûnerên kurd, civîna îro ya Parlamentoya Iraqê ma roja pêncşemê.

Endamê kurd ê Parlamentoya Iraqê Azad Sirîşmeyî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, her çiqas bûdce di rojeva îro ya parlamentoyê de nebû lê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê hewl da wê mijarê bixe rojevê.

Azad Sirîşmeyî, anî ziman, lê piştî ku ew hewla hevpeymaniya niştimanî eşkere bû hemû nûnerên kurd ji civînê derketin û ji ber wê jî rêjeya qanûnî ya endamên parlamentoyê têra civînê nekir û civîna bo roja pêncşemê (13.02.2014) hat paşxistin.

Biryarderê parlamentoya Iraqê Mihemed Xalidî, duh ji Rûdawê re gotibû, bûdce di rojeva civîna sêşemê (îro) de nîne û heta aliyên siyasî li ser bûdcê li hev nekin pêşnûmeya bûdcê nakeve dengdanê.