Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çû Bexdayê. Barzanî di destpêkê de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Şandeke pilebilind bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî çû Bexdaya paytexta Iraqê. Barzanî û şanda li gel li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê ji aliyê Wezîrê Derve Fuad Husên û Wezîrê Plandanînê Mihemed Temîm ve hatin pêşwazîkirin.
Di çarçoveya serdana xwe de, Serokwezîr Barzanî destpêkê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Barzanî di derbarê serdanê de li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û tê de got “Em vegeriyan Bexdayê û amade ne ku ligel hikûmeta nû kar bikin ji bo avakirina paşerojeke baştir û geştir ji bo gelên xwe.”
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeheke destûrî kirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku aliyan li hev kirine ku pirsgirêkên têkildarî bûdce, petrol û gazê di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin.
Di daxuyaniya hikûmetê de herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku, daxwazeke bihêz heye ku pirsgirêkan di berjewendiya her du aliyan de çareser bike.
Hat gotin ku cîbicîkirina madeya 140, dabînkirina mafên destûrî yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê weke beşek ji sîstema berevaniya Iraqê û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê mijarên din ên civînê bûn.
Herwiha tê çaverêkirin ku Serokwezîr Barzanî cuda bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Lijneya Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan re jî bicive.
Di civînan de dê mijarên weke bûdce, petrol û dahata sînorên navbera Hewlêr û Bexdayê bên gotûbêjkirin û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî were gotûbêjkirin.
Par çend caran şandên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê serdana Bexdayê kiribûn.
Di dawiyê de, roja 13ê Kanûna 2022ê, Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Muhammed; Şanda ku ji berdevkê hikûmetê Cutyar Adil pêk dihat çûbûn Bexdayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse