Bexda ji bo plana ewlekariyê ji Kurdistanê sûd werdigre

11-01-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Ewlekarî Baxda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê biryar da, ku efser û berpirsên ewlekariyê yên di karên xwe de serkeftî nebûne ji kar bên dûrxistin û herwiha ji bo dariştina plana pêşerojê jî sûd ji ezmûna ewlakariya Herêma Kuridstanê bê wergirtin.

 

Endamê Komîsyona Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re ragihand; “Komîsyona Asayîş û Berevaniyê biryar daye, ku ew efser û berpirsên ewlekariyê yên di karên xwe de serkeftî nebûne yan jî bê xem nêzîk bûne, ji aliyê Bexdayê ve bên destnîşankirin û ji kar bên dûrxistin.”

 

Ebdullah diyar kir, ku ev biryar bi taybet berpirsên ewlekariyê yên Bexdayê li xwe vedigre û bi vî armancî dê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevdîtinekê bikin.

 

Şaxewan Ebdullah got; “Komîsyonê ji min daxwaz kir, ku raporekî derbarê ewlekariya Herêma Kuridstanê de amade bikim da ku bikarin ji bo dariştina plana ewlekariyê ya pêşerojê, sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê werbigrin.”

 

Di destpêka şerê DAIŞê de zêdetirî hezar kîlometreyan sînorê Herêma Kuridstanê li gel DAIŞê hebû. Lê Herêma Kurdistanê bi berawirdê navenrastê Iraqê ji aliyê ewlekariyê ve aramtir bû.

 

Niha li gorî bajarên din ên Iraqê rewşa ewlekariya Bexdayê xirabtir e û her roj teqîn û bûyerên tundiyê lê diqewimin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst