Serokê Parlamentoya Iraqê: Bila bûdce mîna sîlahekê neyê bikaranîn

11-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî ragihand, nabe bûdce mîna sîlahek siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de were bikaranîn.

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî, îro di civîneke rojnamevaniyê de li Bexdayê diyar kir ku parlamento dê sibê (12ê vê mehê) ji bo cara duyemîn li ser bûdceya sala 2015an a Iraqê bicive.

Selîm Cibûrî anî ziman ku pêşnûmeya bûdceyê bêarîşe ye lê tenê ji ber daketina nirxa petrolê hinek pirsgirêk derketine ku dê di civînê de bên axaftin.

Cibûrî her wiha got, nabe bûdce mîna sîlahekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê bikaranîn.

Serokê Parlamentoya Iraqê her wiha eşkere kir ku dê di demek nêzîk de serdana Tirkiyeyê bike.

Di bûdceya Iraqê de nirxa her bermîlek petrolê 60 dolar hatiye destnîşankirin lê nirxa petrolê niha derdora 44 dolarî ye.

Bûdceya sala 2015an a Iraqê 125 tirîlyon dînar hatiye hesibandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst