Berpirsê DAIŞê: Min gelek xeletî kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Malîk Xemîs Hebîb eşkere dike, ku hebûna DAIŞê ya li Iraqê ber bi nemanê ve diçe û dibêje; “Me tenê ji bo kuştinê mirovên sivîl dikuşt.”

 

Malîk Xemîs Hebîb yek ji fermandarên DAIŞê bû ku ji aliyê hêzên iraqî ve hate girtin û niha di zîndanê de ye. Hebîb di hevpeyvînekê de ji malpera The Christian Science Monitora amerîkî re dibêje; “Beriya mehekê min pêşbînî nedikir, ku hêzên iraqî wiha bên ser me de û serkeftinê bidest bixin. Lê niha gihiştime wê baweriyê ku ti pêşerojekê DAIŞê li Iraqê nemaye. DAIŞ li Iraqê xilas dibe.”

 

Berpirsê DAIŞê diyar dike, piştî ku hêzên iraqî hejmareke zêde yê çekdaran kuştin û hineke din jî girtin, ew dibîne ku ti cihek ji DAIŞê re nemaye.

 

Malîk Xemîs Hebîb ku 45 salî ye û beriya bibe çekdarên DAIŞê karmendê Wezareta Petrola Iraqê bûye û meaşekî baş jî wergirtiye. Di sala 2012ê de çûye nav DAIŞê û beşdarê êrîşên Hezîrana sala 2014ê yên bajarên Iraqê jî kiriye.

 

Malîk Xemîs Hebîb dibêje; Me xelkê sivîl dikuşt. Fetva ji me re hatibû danîn û me şîe dikuştin da ku herin beheştê. Lê di encamê de me xelk di oxira kuştinê de dikuşt. Armanca me tenê kuştina mirovan bû.”

 

Di berdewama axaftina xwe de berpirsê DAIŞê amaje bi armanca çalakiyan dike û diyar dike, ku armanc ne ol û îman bûye, berovajî siyasî bûye û dibêje; “DAIŞê bazirganî bi ol û baweriya me dikir. Me bawer dikir, ku hikûmeta Iraqê dijmin e, divê bê hilweşandin. Dema Mûsil ket, me bawer dikir, ku dê Bexda jî bikeve, dijminên me têk biçin. Lê leşkerên ku di rêça xwedê de şer dikin xelkê bê çek û guneh nakujin. Lê me ew dikuştin.”

 

Serkirdeyê DAIŞê di dema hevpeyvîna xwe de bi dengekî girî diyar dike ku malbaqta wî nizanin ka niha ew li kê derê ye, nikarin serdana wî jî bikin û dibêje, “Ez poşman bûme.”

 

Hebîb poşmaniya çalakiyên xwe jî bi van gotinan tîne ziman:

 

“Dengê wan jinan heta niha jî ji ber guhê min naçe, dema em ketine nav mala wan bi qêrîn ji me re digotin we mala me wêran kir. Heta niha jî di guhê min de zingîniyê dike. Nizanim çawa lêborînê ji wan bixwazim, çawa gunehên xwe paqij bikim û ligel wîjdanê xwe nijîm. Min gelek xeletî kirine.”