Şeva dawetê bûbû şeva şînê: Ezîzên xwe bi bîr tînin

10-11-2023
Bibîranîna li Dêra Tahîreyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bibîranîna li Dêra Tahîreyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hemdaniye Dawet Şîn Bibîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva 26ê Îlonê li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Li gorî Rêbebiriya Tenduristiyê ya Nînowayê, di vê şewatê de 125 kesan canê xwe ji dest daye û bi sedan birîndar hene.

Şeva dawetê bi kêf û şahiyeke mezin dest pê kiribû lê xemên bêhempa şûna wê şahiyê girt.

Xizmên qurbaniyan ji wê rojê ve şînê girê didin û îro jî li Hemdaniyeyê li Dêra Tahîreyê ezîzên xwe bi bîr tînin.

Di merasîmê bibîranîne de gelek dîmenên xemnak hebûn ku zîndîbûna êşên xizmên wan nîşan didin.

Nasname hatin diyarkirin

Rêbebiriya Tenduristiyê ya Nînowayê dabû zanîn ku 125 kesan canê xwe ji dest daye û heta niha jî nasnameya gelek kesan nehatibû tesbîtkirin.

Rêbebiriya Tenduristiyê daxuyaniyeke nû da û destnîşan kir ku nasnameyên tevên qurbaniyan hatine diyarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, niha 23 birîndar li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin.

Rêvebirê Giştî yê Rêbebiriya Tenduristiyê ya Nînowayê Dr. Mensûr Merûf ji Rûdawê re got:

“32 term mabûn ku nasnameyên wan nehatibûn tesbîtkirin lê niha nasnameya tevan hat diyarkirin û malbatan cenazeyên xwe wergirtin.”

“23 birîndar li Tirkiyeyê tên dermankirin”

Dr. Mensûr Merûf li ser rewşa birîndaran wiha axivî:

“Hemû birîndarên ku li Îraq û Herêma Kurdistanê bûn hatin dermankirin û çûn malên xwe.

Niha 23 birîndar mane, ew jî li Tirkiyeyê tên dermankirin.”

Vê bûyera dilşewat 26ê Îlonê rû dabû lê heta niha jî sedemên bûyerê, hejmara miriyan û hejmara birîndaran tên nîqaşkirin.

Xelkê Hemdaniyeyê niha jî ji encamên lêkolînan ne xweş e û dixwaze ku lêkolînên bêalî werin kirin.

Qaymeqamê Hemdaniyeyê Îsam Behnam ji Rûdawê destnîşan kiribû ku di vê şewatê 132 kesan canê xwe ji dest daye.

Di nav wan kesan de 6 pitikên berşîr û 41 zarok jî hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst