Emar Hekîm hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm ji bo beşdarkirina hilbijartinên parlamentoyê bang li xelkê Iraqê kir û got: “Em dibêjin pêwîst e bi azadane deng bidin û rê nedin hîç alî û kesekî ku me neçar bike deng bidin kesekî ku em jê nerazî ne. Em dibêjin bi haydarî deng bidin, wate deng bidin kesekî hêjayî baweriyê be.”

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm piştî ku li navendeke dengdanê, deng xwe bikar anî û got: “Rojeke mezin û girîng e û rojeke dîrokî ye di pêvajoya siyasî û dîroka Iraqa nû de.”

Emar Hekîm diyar kir ku hilbijartina pêşwext daxwaza tevgera Tişrîn û civakî bû û desthilatê ew daxwaz qebûl kir û hêzên siyasî jî piştgirî kirin û civaka navdewletî pêşwazî lê kir.

Hekîm got: “Em îro beşdarî vê karnawalê dibin. Destûr bidin çar peyaman bidim. Peyama yekem bo gelê Iraqê ye; beşdarbûna berfireh di van hilbijartinan de serkeftineke bo bidestanîna mafên xelkê ye, ji ber wê bi handana merciyeta pîroz biçin bo bidestanîna mafên gelê Iraqê. Em dibêjin pêwîst e bi azadane deng bidin û rê nedin hîç alî û kesekî ku me neçar bike deng bidin kesekî ku em jê nerazî ne. Em dibêjin bi haydarî deng bidin, wate deng bidin kesekî hêjayî baweriyê be.

Serokê Tevgera Hîkme eşkere kir ku peyama wî ya duyem bo hikûmeta Iraqê û Komîsyon û hêzên ewlekarî û hemû saziyên peywendîdar ên bi pêvajoya hilbijartinê ye û got: “Ez ji we re dibêjim; di nav plandanan bo hilbijartinan û cibîcîkirina ew planan de cudahiyên mezin hene, îro çavê cihanê li rast û diristbûna hilbijartina ye û pêwîst e Iraq şiyana xwe li encamdana hilbijartineke şefaf û bêkêmasî îspat bike û herwiha dengên xelkê biparêze. Pêwîst e hikûmet û komîsyon li beramber wan hemûyan bisekine ku dixwazin di hilbijartinan de sextekariyan bikin.

Peyama sêyem a Hekîm bo civaka navdewletî bû ku piştgiriya van hilbijartinan kirine û peyama piştgiriyê bo Iraqê şandine û got: “Em spasiya civaka navdewletî dikin ku bi şandina çavdêran li Iraqê alîkariya pêvajoya demokrasiyê dikin.

Peyama çaran a Hekîm bo hêzên siyasî û berbijêran bû ji wam re jî got: “Me hemûyan plan û bername bo gelê Iraqê hene, rê bidin bila bi dilê xwe û azadî û bêyî ku zext li ser wan bê kirin deng bidin û karekî nekin ku bi sextekarî hewl bidin bo bandorê li ser dengdêran bikin.”