Li Bexdayê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bexdaya paytexta Îraqê teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê 2 kes mirine û 2 birîndar hene.

Fermandarê Operasyonan ê Bexdayê Welîd Temîmî ragihand ku bombe di nava pakêteke de li ser motorsîklêteke siparîşan hatiye danîn.

Welîd Temîmî da zanîn ku ew paket di dema wergirtinê de li nêzîkî xala leşkerî ya Selamiyatê ya Bexdayê hatiye teqandin.

Bi gotina Welîd Temîmî, motorajo û leşkerek mirine û leşkerek û sivîlek jî birîndar bûne.

Fermanderê Operasyonan ê Bexdayê her wiha diyar kir ku derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.