Serokê MÎTa Tirkiyê li Bexda ligel Serokê Hevpeymaniya Serweriyê civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Hevpeymaniya Serweriyê ya Sunnî ya li Iraqê Hamis Xencer û Rêveberê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan li Bexdayê civiyan.

Serokê MÎTê Hakan Fîdan îro li Bexdayê di çarçoveya rêze serdanan de bi Serokê Giştî yê Hevpeymaniya Serweriyê ya Sunnî Hamis Xencer re hevdîtin pêk anî û biryar e bi rayedarên hikûmet û siyasetmedarên Iraqê re jî bicive.

Endamên şande ku li gel Serokê MÎTê û rayedarên Hevpeymaniya Serweriyê ya Sunnî jî beşdarî civînê bûn.

Li gorî nûçeya U TV ya ku nêzîkî Hevpeymaniya Serweriyê ya Sunnî ye, serdana Hakan Fîdan a Iraqê ji ber “krîza siyasî" ya li wî welatî û  "Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li dijî PKKê” yên li ser axa Başûrê Kurdistanê ye.

Piştî bombebarana navçeyeke geştyarî ya bajarê Zaho ku di 20ê Gulanê de 9 welatiyên sivîl têde jiyana xwe ji dest dabûn, Wezîrê Derve yê Iraqê daxwaz ji Enqerê kir, ku leşkerên Tirkiyê ji nav axa Herêma Kurdistan û Iraqê derxîne.

Piştî teqînê têkiliyên dualî yên navbera Bexda û Enqerê aloz bûn û ji aliyê rayedarên payebilind ên her du welatên cîran ve jî daxuyaniyên dijî hev hatibûn dayîn.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ligel operasyonên sînorî, bi hincêta hebûna gerîlayên PKKê di çend salên borî de 58 xalên leşkerî li navçeyên çiyayî yên sînorê bajarê Dihokê ava kirine.