Mistefa Kazimî kevirê bingehîn ê nûjenkirina balafirxaneya Mûsilê danî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serokayetiya şandeke bilind a hikûmî ya wî welatî serdana Mûsilê kir û kevirê bingehîn ê nûjenkirina balafirxaneya Mûsilê danî.

Roja Sêşemê 9ê Tebaxa 2022ê Endamê Parlamentoya Iraqê û Nûnerê Parêzgeha Neynewa Şêrwan Dûberdanî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, roja Çarşemê Mistefa Kazimî bi armanca danîna kevirê bingehîn ê nûjenkirina balafirxaneya Mûsilê bi serokayetiya şandeke bilind a hikûmî serdana wî bajarî kir û merasîm jî vê sibehê destpê kir.

Ew şanda hikumî ku ligel Kazimî diçe, ji Wezîrê Plandanînê Xalid Betal, Wezîra Avakirin û Nîştecihkirinê Nazenîn Mihemed Wisu, Wezîrê Veguhastinê Nasir Bender, Wezîrê Pîşesazî û Kanzayan Minhel Ezîz, Wezîrê Bazirganiyê Ela Ciburî û Serokê Desthilata Firokevaniya Sivîl Naîl Seîd pêk tê.

Şêrwan Dûberdanî ku yek ji beşdarbûyên merasîmê ye amaje bi wê yekê da ku nêzîkî 200 berpirs, kesayet û nûnerên parêzgeha Neynewa ji Parlamentoya Iraqê û Dadweriyê beşdarî merasîmê bûn.

Roja Sêşemê 9ê Tebaxa 2022ê Parêzgarê Neynewa Necim Cibûrî girêbesta nûjenkirina balafirxaneya Musilê ligel 2 kompanyayên cîhanî îmze kir.

Rûberê balafirxaneya Musîlê hezar û 600 donim e û berî kontrolkirina Musilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di sala 2014ê de, rojane 20 geştên navxwe û navdewletî lê dihatin kirin.