Dadgehê cezayê îdamê da hevjîna Ebubekir Bexdadî

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bexdayê cezayê îdamê da Esma Mihemedê ya hevjîna serkirdeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî.

Dadgeha Tawanan a Kerxê ya Bexdayê, bi tometa ku bi DAIŞê kar kiriye û jin û keçên Kurdên Êzidî di mala xwe de girtine, cezayê îdamê da hevjîna Ebûbekir Bexdadî.

adgeheke Iraqê biryara bidarvekirinê li hevjîna serkirdeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî birî, piştî ku ew bi tawana girtina jinên Êzîdî di mala xwe de, tometbar kir.

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Dadwerî di daxuyaniyekê de diyar kir piştî ku çekdarên DAIŞê keç û jinên Kurdên Êzidî ji Şingalê revandin ew li mala hevjîna Bexdadî dihatin girtin.

Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Îraqê 16ê Sibata 2024an ragihandibû, piştî diyarkirina nasname û cihên wan, hevjîn û keça serkirdeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî li welatekî cîranê Îraqê hatin girtin.