Bexdayiyan rizgarkirina Mûsilê bi coş pîroz kir

10-07-2017
RÛDAW
Nîşan Bexda Mûsil Şahî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Li gel belavbûna nûçeya kontrolkirina tevahiya bajarê Mûsilê, xelkê Bexdayê daket kolanan û keyfxweşiya xwe nîşan da.

 

Li gelek deverên Iraqê rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê hate pîrozkirin. Li Bexdayê bi hezaran kes daketin kolanan û şahî kirin.

 

Şêniyên rojhilatê Mûsilê jî duh êvarê daketin kolanan û keyfxweşiya xwe li hemberî nemana DAIŞê ya li Mûsilê nîşan dan.

 

 

 

 

Pêvajoya kontrolkirina bajarê Mûsilê 8 mehna dirêj kir. Duh Serokwezîrê Îraqê û Fermandê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî serdana Mûsilê kir.

 

Ebadî di dema civîna bi fermandeyên leşkerî yên Iraqê re li bajarê Mûsilê ragihand, serkeftin yek alî bûye û paşmayên DAIŞê li cihên dawî yên Mûsilê hatine dorpêç kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst