Şer gur dibe: Bexdayê 12 hezar milîs şandin

 

 

Enbar (Rûdaw) – Iraq amadekariyên xwe bo şerê kontrolkirina Felûceyê didomîne û bo operasyona kontrolkirina Felûceyê 12 hezar milîsên şîe yên ser bi Rêxistina Bedr ve dişîne parêzgeha Enbarê.

 

Serokê Komîteya Ewlehiyê di Encûmena Parêzgeha Bexdayê de, Mihemed Cubrawî ragihand: “Di operasyona kontrolkirina qezaya Felûceyê de, parêzgarê Bexdayê 12 hezar çekdarên ser bi Rêxistina Bedr ve dişîne parêzgeha Enbarê.”

 

Mihemed Cuybrawî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Hêzên ser bi Rêxistina Bedr ve pêşveçûneke berçav li Felûceyê hebûne, wan hejmarek pir û dezgehên hikûmî kontrol kirine. Herwiha bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, Rêxistina Bedr 12 hezar çekdarên xwe ji sînorê bajarê Bexdayê ber bi Felûceyê ve şandiye.”

 


Cuybrawî herwiha got: “Di çend saetên bê de hêzên Heşda Şeibî bi dijwarî binke û baregehên çekdarên DAIŞê li Felûceyê û navçeyên derdora wê bombebaran dikin. Herwiha di operasyona kontrolkirina Felûceyê û derxistina wê ji destê çekdarên DAIŞê de, hemahengiyek temam di navbera çekdarên Hizbullahê û yekîneyên Îmam Elî de heye.”

 

Pêr çarşemî, hikûmeta Iraqê dest bi operasyona kontrolkirina Felûceyê kir û ji bo alîkariya hêzên ewlehî û artşa wî welatî, ew çend roj dibe ku milîsên şîe û bi taybetî jî Heşda Şeibî, çekdarên xwe dişînin derdora wî bajarî.

 

Roja sêşemiya borî jî milîsên Heşda Şeibî li bakurê bajarê Felûceyê êrişî bajarokê Seqlawiye kirin û karîn navçeya Elzegarît kontrol biki


Duh jî çavkaniyekê ji polîsê parêzgeha Enbarê ji Rûdawê re wiha ragihand:

“Piştî kontrolkirina çed navçeyên derdora bajarokê Seqlawiye ji aliyê hêzên hikûmetê ve, çekdarên DAIŞê pira Elbûşecil teqandin, da ku rê ji derbasbûna hêzên hikûmetê ber bi aliyê din ve bigirin.”

 

Pira Elbûşecil bajarê Felûceyê bi bajarokê Seqlawiyeyê ve girê dide û rêya herî girîng a gihandina alîkariyên serbazî yên çekdarên DAIŞê ye.