Pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê de hat diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di rûniştina Parlamentoya Iraqê ya li ser budceyê de, deng li ser madeyên 2, 9, 10, 11 û 12 yên ku derbarê Herêma Kurdistanê de ne, hat dayîn. Rûniştina ku duh dest pê kir îro jî berdewam dike. Bi madeyên ku deng li ser hatine dayîn diyar bû ku pişka Herêma Kurdistanê ya di budceyê de dê ji sedî 12.67 be.

Dengdana li ser projeyasaya budceya salên 2023, 2024 û 2025an ku duh Înê dest pê kiribû îro jî li Parlamentoya Iraqê berdewam dike.

Di rûniştina duh de deng li ser madeyên 2, 9, 10, 11 û 12 yên projeyasayê hat dayîn û qebûlkirin. Madeya 12 ya li ser pişka Herêma Kurdistanê hat pesendkirin ku berî niha Komîteya Darayî ya Iraqê deng li ser dabû. Li gorî vê yekê hate diyarkirin ku ji sedî 12.67ê budceya Iraqê dê ji bo Herêma Kurdistanê were terxankirin.

Li gorî madeya 12emîn a yasaya budceyê ku dengdan li ser hat kirin, budceya sala 2023an a Iraqê weke 197 trîlyon dînar hat diyarkirin. Di vê çarçoveyê de pişka Herêma Kurdistanê bûye zêdetirî 24 trîlyon dînar ango 19 milyar dolar.

Her wiha nîqaşên li ser madeyên 13 û 14 yên projeyasaya budceyê ku Herêma Kurdistanê li dijî wan derketibû, berdewam dike.

Di madeyên 13 û 14ê de xalên weke rêjeya hinartina petrola Herêma Kurdistanê, şandina dahatên li derveyî neftê ji bo xezîneya dewletê bişîne, dahata petrola Kurdistanê ya di bazara navxwe de hatiye firotin radestî kompanya fermî ya petrolê ya Iraqê SOMOyê were kirin û rêgirtina li ber derxistin û firotina petrola Kerkûkê û Neynewayê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve di nav de hene.

Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji aliyên Kurdistanî yên li Bexdayê kir ku di civîna Parlementoya Iraqê de ku budceya salên 2023, 2024 û 2025an a Iraqê tê de tê amadekirin, helwestê ji bo parastina “mafên destûrî” yên Kurdistanê nîşan bidin û bi “berpirsyariya nîştimanî” tevbigerin.