Seîd Kakeyî: Jimartina dengan dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Seîd Kakeyî ragihand: “Roja çarşemê yan pêncşema vê hefteyê weke ku Parlementoya Iraqê biryar dabû, jimartina dengan bi destan dest pê dike.”

 

Seîd Kakeyî ji Rûdawê re ragihand ku "vê hefteyê bi destan jimartina dengan dest pê dike, neh dadwer li şûna Encûmena Komîsyaran li gel 18 dadwerên parêzgehên Iraqê dê serperiştiya cudakirina dengan bikin, roja çarşem yan pêncşema vê hefteyê dest bi cudakirina dengan dê were kirin".

 

Kakeyî herwiha eşkere kir ku ji bo cudakirina dengan nêzîkî 10 hezar karmend pêwîst e, ji ber ku "52 hezar û 939 sindoqên dengdanê dê werin cudakirina û ji bo vî karî nêzîkî 3 hefte pêwîst e".

 

Roja 06-06-2018an Parlementoya Iraqê yasayek pesend kir ku li gor birgeyeke yasayê dengdana hilbijartinên 12ê Gulana 2018an a Parlementoya Iraqê bi destan werin jimartin.