FELÛCE - 10 meh in xerabe ye

Felûce (Rûdaw) – Bajarê Felûce ya ser bi eyaleta Enbar a Iraqê, bû 10 meh hatiye rizgarkirin, lê ji bo avakirina wî bajarî hêj ti gav nehatine avêtin.

 

Ji ber operasyonan jêrxana bajarê Felûceyê gelek xisar dîtiye. Bi hezaran welatiyên ku vegeriyane cih û warên xwe, di bin xaniyên xerabe de dijîn.

 

Ji niştecihên Felûceyê Heyder Ellawî Meter ji Rûdawê re ragihand, ew ji ber ku nexweş e nikare bixebite û di şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin.

 

Heyder Ellawî Meter got: “Tenê jûreke malê li ser piya maye û em têde dijîn. Di wê jûrê de, em him xwarinê dixwin, him serê xwe dişon û him jî radikevin. Gelek ne xweş e, lê ti şansê me yê din tine ye. Rewşa min a aboriyê xerab e. Ez ji rayedaran alîkariyê hêvî dikim.”

 

Felûce 50 kîlometre ji Bexdayê dûr e. Di Çileya 2014an de rastî bûyerên tundiyê ya li dijî hikûmetê hatibû û di demeke kurt de jî ketibû destê DAIŞê.

 

Artêşa Iraqê, li ser 20 hezar kesên ku ji Felûceyê reviyabûn, lêpirsîn dabû destpêkirin da ku bizanin pêwendiyên wan bi DAIŞê re heye an na. Di wê lêpirsînê de 2 hezar û 195 kes hatibûn desteserkirin û 11 hezar û 605 kes jî hatibûn berdan.

 

Li ser bi hezaran xortên Felûceyê, lêpirsîn hêj berdewam e.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 17ê Hezîrana 2016an de ragihandibû, ku navenda Felûceyê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye kontrolkirin.